Girti Aslan: Girtiyên pîr û nexweş di hucreyên yek kesî de tên ragirtin 2024-10-08 09:11:55 ŞIRNEX - Aras Aslan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Sîncanê bi telefonê bi malbata xwe re axivî, diyar kir ku polîtîkaya tecrîdê ya tund tê sepandin û girtiyên pîr û nikarin pêdiviyên xwe bi tena serê xwe dabîn bikin di hucreyên yek kesî de tên ragirtin.   Aras Aslan ku 5 sal in li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2 a Sîncanê ragirtiye, 2 hefte berê bi telefonê bi malbata xwe re axivî û qala binpêkirinên mafan ên li girtîgehê kir. Aslan diyar kir ku li girtîgehê polîtîkaya tecrîdê ya tund tê meşandin û ev binpêkirinên mafan rêz kirin:    “*Tekiliyên girtiyan yên bi hevdû re asteng dikin û bi vê yekê dixwazin civakbûnê ji holê rakin.    *Ne tenê girtiyên bi cezayê muebbedê yên giran, di heman demê de girtiyên bi cezayên sînorkirî jî di hucreyên yek kesî de tên ragirtin.    *Tevî qanûna înfazê jî girtiyên siyasî bi girtiyên edlî û girtiyên FETO’yê re di heman korîdorê de tên ragirtin. Ev rewş dibe sedema pirsgirêkên civakî û zemîna provokasyonan çêdibe.    *Hemû daxwazên me yên mirovahî yên rewa bi hinceta ku armanceke wan a rêxistinî heye tên redkirin.    *Girtiyên FETO’yê di qatên 2 û 3’yemîn ên heman korîdorê de tên ragirtin lê daxwazên me yên hiqûqî û rewa nayên qebûlkirin.    *Girtiyên siyasî yên ku di korîdorên cuda de dimînin nahêlin hevdû bibînin û weke ku her korîdor girtîgeheke cudaye tê xuya kirin.    *Li gorî giştînameyê çalakiyên weke spor, sohbet û pirtûkê ku divê hefteyê 10 saetan bi komên ji 10 kesî pêk tên pêk were, berovajî giştînameyê di heman korîdorê de tenê bi komên ji 6 kesan pêk tê hefteyekê bi saet û nîvan tê sînordarkirin. Tenê girtiyên FETO dikarin beşdarî kursan bibin. Daxwaza me ya derketina derve bi awayekî keyfî tê redkirin.    *Girtiyên cezayê muebbedê yên giran lê hatine birîn rojê tenê saetekê, girtiyên din saetek û 50 deqîqeyan dikarin derkevin derve. Rojê 22 saetan di hucreya yekkesî de dimînin.    *Veguhestina pirtûk û rojnameyan a di nava girtiyan de tê astengkirin.    *Ji ber hincetên keyfî cezayên dîsiplînî û hucreya yekkesî tên dayîn.   *Di lêgerîna hucreyê de pirtûk tên desteserkirin.    *Her cara ku girtî ji bo derkevin cihê hewadariyê 4 caran rastî lêgerînê tên. Dema derdikevin nexweşxanê jî 8 caran rastî lêgerînê tên.   *Tevî ku hemû malbatên me ji derveyî Enqereyê tên jî, saetên hevdîtina malbatê ji bo 9’ê sibehê hatiyê amadekirin bi vê yekê tê xwestin hevdîtina malbatan asteng bikin.    *Sewqên nexweşxaneyê tên taloqkirin.   *Girtî dema daxwaz dikin cihên wan nayên guherandin lê her çiqas daxwaza wan tune be jî bi zorê cihê wan diguherînin.    *Girtiyên ku pîr in û nikarin bi tena serê xwe bijîn di hucreyên yek kesî de tên ragirtin. Ev rewş metirsiya jiyanê çêdike.    * Lêçûna parçeyên tesisata avê ku amûrên mayînde ne û budçeya wan ji bankaya navendî ne ji me tê girtin.”