DFG’ê bang kir ku ‘Pêşî li qetilkirina rojnamevanan bê girtin’ 2024-10-07 14:48:36 AMED - DFG’ê diyar kir ku di şerê salekê de ku ji aliyê Îsraîlê ve ji 7’ê cotmeha 2023’yan ve didome 167 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dane û bang kirin ku pêşî li şer û kuştina rojnamevanan bê girtin. Bi ser êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê cotmeha 2023’yan ve hatine destpêkirin salek derbas bû. Komeleya Rojnamevanan a Dîcle û Firatê (DFG) têkildarî şerê saleke di navbera Îsraîl û Filistînê de berdewam dike daxuyaniyeke nivîskî weşand. DFG’ê diyar kir ku di pêvajoya şer a salekê de 167 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dan.    HEJMARA ROJNAMEVANÊN HATIN KUŞTIN ZÊDE YE   DFG’ê di daxuyaniyê de wiha got: “Bi ser êrişên Îsraîlê yên li dijî Şirîda Xezayê salek derbas bûn. Êrişên Îsraîlê yên saleke bênavber didomin bû sedemê hilweşîneke mezin. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê yên bi dîroka 4’ê cotmeha 2024’an di êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê cotmehê ve 41 hezar û 802 kesan jiyana xwe ji dest dan û 96 hezar û 844 kes birîndar bûne. Ji van nêzî 17 hezaran zarok, 11 hezar jî jin in. Di van êrişan de gelek rojnamevan jî hedef hatin girtin. Li gorî daneyên Sendîkaya Rojnamevanan a Filistînê (PJS) di encama êrişan de herî kêm 167 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dane. Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) a navenda wê li New Yorkê jî ji van mirinan 111 teyît kirin û belge kirin. CPJ’ê ragihand ku ji van 16 jê jin bûn û herî kêm jî 2 ji wan ducanî bûn.”   ÊRIŞÊN TIRKIYEYÊ    DFG’ê da zanîn ku heman rewş di êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî tê dîtin û ev tişt got: “Di êrişên Tirkiyeyê yên du salan de edîtora Jineolojiyê Nagîhan Akarsel, nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê Îsam Ebdullah, xebatkarê JIN TV’yê Necmedîn Feysel Hecî, nûçegihanê Çira Tv’yê Mûrad Mîrza Îbrahîm û herî dawî jî di 23’yê tebaxê de li Silêmaniyê li dijî wesayîta ku rojnamevan tê de bûn bi SÎHA’yê êrişek hate kirin û rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dan. Em hedef girtina rojnamevanên li qadê karê xwe dikin qebûl nakin. Em van êrişên li dijî hempîşeyên me yên filistînî, lubnanî û hem jî hempîşeyên xwe yên kurd şermezar dikin û bi vê boneyê careke din bi bi bîr dixin ku destnedayîna hevalên me yên rojnamevan heye, ev destnedayîn bi peymanên navnetewî hatiye ewlekirin Em bang li her kesî dikin ku ji bo sekinandina şer têbikoşin û bang li saziyên navneteweyî dikin ku ji bo pêşîgirtina kuştina rojnamevanan bikevin nava liv û tevgerê.”