Rêveberên DEM Partiyê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan 2024-10-07 14:25:29   AYDIN - 7 kesên ku li Aydinê hatibûn binçavkirin û di nava wan de rêveberên DEM Partiyê jî hebûn, piştî îfadeyên wan ên dozgeriyê hatin berdan.    7 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Aydinê de di 4’ê cotmehê de bi serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin, hatin berdan. 7 kesên ku rêveberên Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Germencîkê (DEM Partî) Gorkem Ozyurek, Sedanûr Aydin û rêveera Rêxistina DEM Partiyê ya Efelerê jî di nav de piştî karûbarên wan ên midûriyeta polîsan anîn edliyeyê.    Hate diyarkirin ku di îfadeyan de li ser xebatên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û DEM Partiyê, tevlibûna daxuyaniyên çapemeniyê û parvekirinên wan ên li ser hesabên medyaya dîjîtal pirs hatine pirsîn. 7 kesên ku bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” dihatin sûcdakirin pişt re sewqî edliyeyê hatin kirin. Her 7 kes piştî îfadeyên dozgeriyê hatin berdan.