KESK dê li dijî polîtîkayên aboriyê yên hikumetê dakeve qadan 2024-10-07 13:55:36   ENQERE - KESK’ê ragihand ku li dijî barê krîza aboriyê ya li ser milê gel, wê bi dirûşma “Em nikarin debara xwe bikin, em di têkoşîna li dijî xizaniyê de dibin yek” dakeve qadan.   Hevserokên Giştî yên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Ayfer Koçak û Ahmet Karagoz têkildarî kampanyaya ku wê bi dirûşma “Em nikarin debara xwe bikin, di têkoşîna li dijî xizaniyê de dibin yek” li eywana civînê ya li oteleke Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civîna ku bi beşdariya endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya KESK’ê û hevserokên sendîkayên girêdayî konfederasyona wan pêk hat de Hevşaredar Ayfer Koçak axivî û diyar kir ku civak roj bi roj bi tabloyeke tarîtir re rû bi rû dimîne.    Koçak, bi lêv kir ku planên desthilatê beriya hilbijartinê xistin dewrê pêk hatin û piştî hilbijartinê sozên ku têkildarî başkirina aboriyê dabûn ji bîr kirine.   ‘DESTHILAT PÊŞEROJA WELAT DIFIROŞE’    Koçak, destnîşan kir ku modela aboriyê ya hikumetê modeleke li gorî berjewendiyên sermayeyê ye û got: “Tiştên ku saleke diqewimin em mafdar nîşan dan. Beriya her tiştî xizanî li hemû civakê belav bûye. Qasî vê serdemê tu deman di belavkirina dahatê de bêedaletî çênebûye. Deynê kedkaran û welatiyên dest teng zêdetir bûne. Desthilat li ber çavan pêşeroja welat difiroşe.”   ‘SOZA XIZANIYÊ YA ZÊDETIR TÊ DAYÎN’    Koçak diyar kir ku hejarî li pişta xizan û kedkaran tê barkirin û ev beş weke sedema krîzê tê nîşandan û anî ziman ku bi Bernameya Serdema Navîn re hîn bêhtir soza xizanî ji karker, kedkar, kesên mûçeyê kêmtirîn digirin, teqawît, cotkaran, gundiyan û mirovên xwedî dahateke kêm re tê dayîn. Koçak, îşaret bi gotinên desthilatê yên ku mûçeyên teqawîdan enflasyonê zêde dikin kir û wiha berdewam kir: “Îdiaya ku mûçeyên çînên kedkaran li Tirkiyeyê enflasyonê zêde dike dereweke mezin e. Ev yek ne pÊkan e. Tabloya kedê ya gel ku her diçe tê tarîkirin, peywir û berpirsyartiyên hemû avaniyên ku ji xwe re dibêjin sendîka û konfederasyon û hemû beşên ku dibêjin alîgirê kedê zêde kiriye.”   ‘HEMÛ KESÊN KU JI XWE RE DIBÊJIN SENDÎKA BILA DAKEVIN QADAN’    Koçak, gavên aboriyê yên tên avêtin weke êrişa li dijî mafên xebatkaran û kesên dahata wan kêm penase kir û diyar kir ku ew ê li dijî vê yekê ji bo têkoşîneke hevkar û yekgirtî hewl bidin û ev tişt got: “Di vê çarçoveyê de bi dirûşma ‘Em nikarin debara xwe bikin, di têkoşîna li dijî xizaniyê de dibin yek’ em ê li gelemperiyê welat li qadên bajaran bin. Di rewşa heyî de sendîkayeke alîgir nemaye. Em bang li hemû beşên ku ji xwe re dibêjin sendîka dikin ku dakevin kolanan, xebatan bimeşînin û li dijî desthilatê derkevin.”   BERNAMEYA ÇALAKIYÊ AŞKERE KIR   Koçak, a bernameya çalakiyên ku KESK dê li dar bixe aşkere kir û wiha domand: “Em ê bi rêveberên konfederasyon û sendîkayên xwe di navbera 14’ê cotmehê û 22’yê mijarê xebateke ku 56 bajaran têxe nava xwe bimeşînin. Tevî ku hevalên me yên hatin îxrackirin dozên xwe qezenckirin jî hêj peywîra wan nehatiye destpêkirin, wê demê em dibêjin çi girîngiya van dozan heye. Ji bo ku em van bipirsin em ê di 25’ê cotmehê de li pêş Wezareta Dadê bin. Em ê di 25’ê mijdarê de jî weke jinan li qadê bin. Em ê di 30’ê mijdarê de Mitînga Enqereyê ya Navendî li dar bixin û bi gel re bên bahev. Em mitîngê weke KESK’ê li dar dixin lê daxwaz ne daxwazên KESK’ê ne, daxwazên jinan û gel in û em ê serdana saziyên din jî bikin û wan vexwînin. Pişt re ji bo banga têkoşîna yekgirtî em ê xebatên xwe bidomînin. Em hemû dizanin ku ev pergala ku berê xwe daye sermayeyê û pişta xwe daye kedkaran xwe bi xwe naguhere. Werin em ji bo mûçeyekî ku tê re bike weke mirovan bijîn, pergala bacê ya bi edalet, budçeya ji bo gel û kedê, karekî biewle, pêşerojeke biewle mil bidin milê hev. Roja ku budçe hate pejirandin em ê li ber Meclisê bin. Em ê li qadan li kêleka hev bin.”