Li Korta Kasorê nerazîbûna li dijî madenê: Em axa xwe nadin we 2024-10-07 10:30:27 AMED - Xelkê herêma Kasorê diyar kir ku ji ber xebata madenê dê cih û warên wan were jehrîkirin û gotin: "Wê av, rez û dar û berên me talan bikin. Em axa xwe bi pereyan nadin."    Li gundên Gavgas, Kûyê, Awdegês, Arqetîn û Xûrûç yên ser bi navçeya Pasûra Amedê ve ku li Korta Kasorê ne bi xebatên madenê re rû bi rû hatine hiştin. Nerazîbûna xelkê herêmê ya li dijî talana didome. Şêniyên ji gundan duh tev li daxuyaniya li herêmê hat dayîn bûn, destnîşan kirin ku ew ê li dijî madenê têbikoşin.    Şêniyên tev li daxuyaniyê bûn ji ajansa me re axivîn.    'EM AXA XWE NADIN BI PEREYAN'    Vadettîn Gunduz ê ji gundê Gavgasê destnîşan kir ku qadên wan ên jiyanê pêşkêşî rantê tên kirin û berteka xwe wiha anî ziman: “Projeya kanên madenê dê ne tenê li gundên derdorê bandorê bike wê li tevahiya herêmê bike. Ev av heta Kendava Basrayê diçe. Wê av, rez û darên me bi tevayî talan bikin. Ji ber vê yekê em vê peymana bazirganî qebûl nakin. Em axa xwe bi pereyan nadin. Serokkomarê vî welatî (Serokê AKP'ê Erdogan) ji Artvînê heta Mûglayê, ji Mûglayê heta Şirnexê firot û niha jî hewl dide binê erdê bifiroşe. Em ê destûrê nedin vê. Bila me bi siyanûrê jehrî nekin. Lê daxwaza me ya herî mezin ew e ku gel av û axa xwe biparêze. Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka 3-4 gundan e."    'DEWLET ME JEHRÎ DIKE'    Yuksel Gultekîn ê ji gundê Kûyê jî got: Em naxwazin bi projeyên madenê gundên me jehrî bikin. Bila ava me qirêjî nekin. Wê dar û berên me hişk bibin. Li şûna ku dewlet me biparêze, lê me jehrî dike. Em naxwazin maden ji vir bê derxistin. Bila biçin."   Gultekîn bang li hemû gundên derdorê kir û got: "Bila xwedî li vê dozê derkevin. Werin em bi hev re destûrê nedin madenê."    'EV AV Û AXA ME YE'   Sebîha Aslan a ji gundê Gavgasê jî ji bo betalkirina projeyê çi ji destê wan were dê bikin û wiha got: "Ava me, axa me, malên me li vir in. Wê maden zirarê bide me. Lewma em naxwazin. Divê gelê me xwedî li axa xwe derkeve."    'EM LI BER TALANKERAN RABIN'    Yusuf Halçin ê ji gundê Hertayê jî diyar kir ku mirov bêxweza nikare bijî û got: "Çiyayên me, geliyên me, ava me, darên û berên me ruh û giyana me ne. Heywanên me li vir diçêrin. Maden tê maneya tunekirina axa me. Heke armanca wan îstîhdam be bila projeyên cuda çêbikin. Dixwazin axa me talan bikin û me bê cih bihêlin. Divê em ji vê re bêjin na. Em bang li her kesî dikin ku destekê bidin vê nerazîbûna me. Divê em li ber van talankeran rabin."    MA / Rûkiye Adiguzel