Sê meh piştî girtina bavê xwe hat dinê: 32 sal in bêhiqûqiya li ser bavê min didome 2024-10-07 09:01:54 ÊLIH - Nivîskarê girtî Resûl Baltaci tevî ku cezayê xwe qedandiye jî nayê berdan. Kurê wî Azad Baltaci yê ku sê meh piştî girtina bavê xwe hat dinê, bertek nîşanî neberdana bavê xwe da û got ku 32 sal in bêhiqûqî didome.  Nivîskar Resûl Baltaci li Batmanê di 15’ê cotmeha 1992’yan de piştî binçavkirinê tê girtin. Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) cezayê mubedê li Baltaci dibire. Baltaci di nava van 32 salan de li gelek girtîgehan hat hiştin. Herî dawî wî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Çîlîmlî ya Duzceyê kirin. Baltaci tevî ku cezayê xwe yê 30 salî qedand jî lê ji ber ku infaza wî hatiye erêkirin 2 sal in nayê berdan.    Divê ku Baltaci di sala 2022’yan de ji berdana bi şert sûdê werbigirta û bihata berdan. Lê bi hinceta ku cezayên hucreyê yên berê lê hatine birîn, berdana wî hat astengkirin. Baltaci ji bo cezayên hucreyê bên rakirin serî li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Duzceyê da û îtîraz kir. Dadgehê di 10’ê gulana 2022’yan biryar da ku cezayên hucreyê bên rakirin. Lê belê îdareya girtîgehê û Dadgeriya Înfazê ya Duzceyê dev ji biryara xwe ya erêkirina înfazê berneda. Parêzeran serî li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Duzceyê dan û îtîrazî biryara dadgeriyê kirin. Lê dadgehê serlêdana parêzeran red kir.    Parêzerên Baltaci vê carê jî di 18’ê tebaxa 2022’yan de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. Lê belê dîsa jî Baltacî nehat berdan. Ev 11 meh in tevî ku “cezayê hucreyê” yê Baltacî nîne jî AYM’ê serlêdanê nenirxandiye û biryar nedaye.    Bi sê mehan piştî girtina Resûl Baltaci re kurê wî Azad Baltacî ku niha 32 salî ye tê dinê. Azad Baltaci nerazîbûn nîşanî bêhiqûqiya li ser bavê xwe da.    ‘32 SAL IN BÊHIQÛQÎ DIDOME’    Azad Baltaci diyar kir ku 32 sal in bi dayika xwe re li rêyên girtîgehan diçin û tên û dayika wî ji ber van çûnehatên girtîgehê bû ku nexweşiyên kronîk lê peyda bûn. Azad Baltaci anî ziman ku di vê pêvajoya girtîgehê de bavê wî her tim sewqî girtîgehên dûrî Êlihê kirin û nêzî 10 sal in ew li Girtîgeha Duzceyê tê ragirtin. Baltaci da zanîn ku ew bi hesret û bêrîkirina bavê xwe mezin bû û got: “Piştî 30 salan em li bendê bûn ku wî di 15’ê cotmeha 2022’yan de berdin lê bernedan. Hê jî bernedan e. Sê neviyên bavê min çêbûn. Em ê bi hev re biçûna pêşwaziya bavê min lê mixabin nehat berdan. Ev 32 sal in bi bêhiqûqiyan tije û derbas bû. 32 sal in li benda bavê xwe me. Girtina wî bêhiqûqî, taloqkirina berdana wî bêhiqûqî. Li hemberî me pergalek ku qanûnên xwe nas nake heye.”   ‘TOLÊ HILDIDIN’    Baltaci diyar kir ku wan serlêdan kiriye ku bavê wî bînin girtîgeha Êlihê lê serlêdana wan bêencam maye û got: “32 sal in bavê bi awayek bêhiqûqî li girtîgehê tê ragirtin. Herî zêde jî bêhiqûqiya herî mezin ev 10 sal in li girtîgeha Duzceyê lê tê sepandin. Van cezayên li bavê min tên birîn, bi armanca tolhildanê ye. Ev 10 sal in em diçin girtîgeha Duzceyê û tên. Mesafeyek dirêj e. Dayika min jî ji ber ku nexweş e, gelek caran nikare biçe hevdîtinê.”    HINCETÊN ASTENGKIRINA BERDANÊ    Baltaci da zanîn ku yek ji cezayê hucreyê gerandina govendê ye, cezayê din jî pirtûkên ku li qawîşê ne û her wiha pênûsa serê wê tûj û meqasa ji kantînê hatiye stendin jî kirine hinceta erêkirina înfazê. Azad Baltaci anî ziman ku bavê wî wêneyên ku li gel neviyên xwe kişandiye bi rêya nameyek li ser navê kesek din şandiye kirin sedema birîna cezayê disiplînê. Baltaci da zanîn ku ew ji bo biryaran çûne dadgehê lê bi hinceta Qanûna Medenî ya Tirk (TMK) xala 17’an biryar neda û dema bavê wî tê girtin TMK tune ye û got: “Niha jî vê TMK’ê dikin hincet û wî bernadin. Em li benda biryara AYM’ê ne. Armanca wan ew e ku biryar û îradeya girtiyên siyasî bişikînin. Lê ev 32 sal in bavê min û girtiyên din li ber xwe didin. Wê her li ber xwe bidin jî.”    MA / Fethî Balaman