Li Wanê dema firotina guhîjan e 2024-10-07 09:01:28 WAN - Li Wanê guhîj li ser dezgehan e. Sala par kiloya wan 150 lîre bû û îsal kîloya wan bi 200 lîreyan tê firotin.    Bi hatin demsala payîzê re guhîjan jî cihê xwe li ser dezgehên bajaran girtin. Guhîj li gundan ji daran tên berhevkirin û tînin li bajaran difiroşin. Li gelek deverên bakurê Kurdistanê guhîj hene û bi tehma xwe ya miz tên zanîn. Ber bi dawiya meha îlonê û di meha cotmehê de dema guhîjan e.    Baran Yentur (30) ê ku li Wanê li ser dezgehê guhîjan difiroşe diyar kir ku ew di van rojan de bi firotina guhîjan hewl dide debara malbata xwe bike û got: “Bi hatina payîzê re karê min jî derket. Li gelek deverên Kurdistanê hene. Karekî bi zehmet e em mecbûr in bixebitin. Ez kîlo bi 200 lîreyî difiroşim. Sala par kîlo 150 lîre bû. Xelk ji bihayê wan ne razî ye. Lewma jî pirr nayên firotin. Sala par rojê min sî çil kîlo difirot lê îsal rojê bîst sî kîlo difiroşe. Serê kîloyê 20 lîre kara min dibe. Rojane 500 lîre pere qezenc dikim lê têra pêdiviyên me nake.”