Emekçî: Rehenda hiqûqî ya komployê ji demboriyê re dihêlin 2024-10-07 09:00:49 STENBOL - Parêzer Emran Emekçî da zanîn ku komplo bi sîstema modernîteya demokratîk a ku Abdullah Ocalan li Îmraliyê pêş xistiye, bi awayekî teorîk hatiye pûçkirin û got: “Dozên ku me li DMME’yê vekirine biryara wan nayê dayîn. Yanî rehenda hiqûqî ya komployê jî ji demboriyê re dihêlin.”  Hêzên cîhanî ku bi Projeya Rojhilata Navîn a Mezin (BOP) hewl dan mudaxeleyî Rojhilata Navîn bikin, di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi planên xwe yên îmha û tasfiyekirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ji xwe re asteng didîtin re plana komployê xistin meriyetê. Pêvajoya ku piştî Ocalan ê ji neçarî ji Sûriyeyê derket û çû Ewropayê dest pê kir, 130 rojî dewam kir û herî dawî bi radestkirina wî re anîn li Girtîgeha Girava Îmraliyê ya bi taybet hatiye çêkirin, xistin bin tecrîdek dijwar.    Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Emran Emekçî têkildarî salvegera 26’an a komployê axivî.    DESTPÊKIRINA KOMPLOYÊ DIRÊJÎ SALÊN 90’Î DIBE    Emran Emekçî da zanîn ku ji destpêka salên 90’î ve bingeha komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan dest pê kiriye û wiha got: “Salên 1990’î di heman demê de têkçûna reel sosyalîzmê ye. Kurd di dîroka 5 hezar salan a çînên dewletê de her tim weke eşyayên mêtingeriyê hatine dîtin. Ji bo berjewendiyên xwe nikaribûn ti îradeyekê nîşan bidin. Her kesê ku ber bi azadiyê ve diçû bi rengekî bêbandor kirin û dîsa bi komplo û xiyanetên navxweyî hatin dorpêçkirin. Birêz Ocalan ev yek bi 'teoriya çemberê' vegot û got, 'Dewletên Rojhilata Navîn û cîhanê bi hezaran sal in Kurdan ji xwe re kirine piyon, lê nikarin tehemûla Kurdên xwedî îradeya azad ên ji hegemonyayê ne. Welatên herî dost jî amade nebûn ku qanûnîbûnê qebûl bikin û herî zêde bi pîvanên îstîxbaratê nêz bibin’.”   ‘DISPARTIN KU OCALAN DEV JI XETA AZADIYÊ BERDE’    Emekçî diyar kir ku bi Abdullah Ocalan re hevsengiyên li Rojhilata Navîn dîsa dest bi guhertinê kirin û tevgera bi pêşengiya Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn pêşketineke mezin nîşan da û diyar kir ku ev rewş ji aliye hêzên kurewî ve weke tehdîdekê tê dîtin. Emekçî got: “Li dijî Projeya Rojhilata Navîn a Demokratîk a birêz Ocalan, Projeya Rojhilata Navîn a Mezin a DYA’yê hebû û xwestin birêz Ocalan bikşînin ser vê projeyê. Digotin, 'Ji ber vê yekê dev ji helwesta xwe ya azadiyê berdin û werin projeya me', lê birêz Ocalan bi helwesta xwe ya prensîb bersiv da û got, 'ez şervanê azadiyê me, ez nikaribim şervanê tu kesî’. Dema ferq kirin ku nikarin Ocalan kontrol bikin, jixwe bi ketina hundir operasyona bêbandorkirinê hatibû destpêkirin. Pêşî xwestin di 6’ê Gulana 1996’an de li Şamê bi sûîqesteke bombebarkirî wî bi awayekî fizîkî tune bikin. Ev komplo bi plansaziya hundir û derve gav bi gav hatin pêşxistin. Hem li hundir û hem jî li derve gav bi gav qada birêz Ocalan teng dibû û lê dispartin ku dev ji xeta azadiyê berde.”   ‘REJÎMA HIQÛQA ÎSTÎSNA BI OCALAN DEST PÊ KIR’    Emekçî anî ziman ku Abdullah Ocalan bi rêbaza revandinek dijhiqûqî radestî Tirkiyeyê hat kirin û got: “Em dibêjin ku piştî êrişa 11’ê Îlonê DYA’yê li hemû cîhanê rejîmeke nû ya hiqûqî ya îstîsnayê ava kir. Ya rastî ev yekem car bi Ocalan re hat pêkanîn. Dema em li biryara DMME’yê ya 2002-2005’an dinêrin, tê gotin ku 'Her çiqas peymana radestkirinê û hwd. Wekî din, hikûmeta Kenyayê tu bertek nîşan neda. Hate gotin, 'Abdullah Ocalan kesekî xeternak e ku gefan li hemû dewletên cîhanê dixwe, lewma bi peymanên zemmî dikare bê revandin’. Bi gotineke din, ya ku em jê re dibêjin qanûna îstisnayê ev e. Ji ber ku Ewropa jî ji pergala xwe ya hiqûqî derket. DMME’yê jî li vir ser vê revandina korsan nixumand. Ev biryareke siyasî bû. Li şûna ku pêbaweriya hiqûqî û mafên mirovan esas bigire, li gorî hiqûqa dewletan biryarek da. Piştî vê biryarê wek di mînaka Guantanamoyê de, revandina mirovan çêbûn.”   ‘HIQÛQ HAT BAYPASKIRIN’    Emekçî anî ziman ku piştî Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê bi darizandinên demek kurt de cezayê darvekirinê lê hat birin wek “baypaskirina hiqûqê” şîrove kir û got: “Di vê dema kurt de mafê parastinê jî li birêz Ocalan nehat nasîn. Bi hiqûqa nebûyî re niha tecrîdê gav bi gav giran kirin. Girtîgeha Îmraliyê jî parçeyek komployê ye. Dema min bi birêz Ocalan re hevdîtin dikir, digot ku pergala Îmraliyê bi sê lîngên ku ji DYA, Ewropa û Tirkiyeyê pêk tê, tê birêvebirin. Komplo bi sîstema modernîteya demokratîk a ku Abdullah Ocalan li Îmraliyê pêş xistiye, bi awayekî teorîk hatiye pûçkirin. Dozên ku me li DMME’yê vekirine biryara wan nayê dayîn. Yanî rehenda hiqûqî ya komployê jî ji demboriyê re dihêlin.”     XWEDÎDERKETINA LI OCALAN    Emekçî axaftina xwe bi dawî kir: “Dixwazin birêz Ocalan bi taktîka ji rojevê derxin, ji bîr bikin û bi demê re belav bikin, em ê bi hesasiyetê ji rojevê dernexin. Ji ber ku Îmralî tê wateya rizgariya me hemûyan. Wateya wê ne tenê rizgariya kurdan, rizgariya dar û devî û avê ye. Derketina ji krîza aborî tê wateya bidawîbûna şer û pereyê ku ji bo şer tê xerckirin. Xwedîderketina birêz Ocalan xwedî derketina azadiyê ye.”    MA / Îbrahîm Irmak