Can: 26 sal in li Îmraliyê sansûrek bêmînak heye 2024-10-06 21:23:53 STENBOL - Înîsiyatîfa Ji bo Hunerê Azadî bi sernavê "Sansur û otosansur" civat hat gerandin. Nivîskar Firat Can di civatê de destnîşan kir ku li Girava Îmraliyê Abdullah Ocalan 26 sal in tê tecrîdkirin û sansurek ku mînakek wê li cîhanê nîne li Îmraliyê heye.    Înîsiyatîfa Ji bo Hunerê Azadî hevdîtina bi sernavê “Di zexta sansur û otosansurê de xefka çandeyî” li Mala Çand û Hunerê ya Nazim Hîkmetê ya Şîşliya Stenbolê di roja duyemîn de berdewam kir. Rûniştinên cuda di bernameyê de hatin lidarxistin. Gelek kes di rûniştinan de axivîn.    ‘SANSURA HERÎ MEZIN LI ÎMRALIYÊ YE'    Nivîskar Firat Can di rûniştinê de axivî û destnîşan kir ku cihê ku herî zêde sansur lê tê sepandin Girtîgeha Girava Îmraliyê ye ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê tê ragirtin û 43 meh in di bin tecrîda girankirî de ye. Firat Can wiha got: "Ev du roj in em li ser sansur û otosansurê diaxivin û nîqaş dikin. Lê belê heke behsa heqîqetê neyê kirin jî korazî ye. Sansurek ku tu mînaka wê li cîhanê nîne 26 sal in girtîgeha giravê li dijî Abdullah Ocalan tê kirin. Ocalan di roja me ya îro de ji civakê dûr dikin. Naxwazin kes wê bibihîze û bibîne. Divê mirov li dijî sansurê û tecrîdê derkeve. Divê li dijî polîtîkaya tecrîdê bêdengî nebe. Heta ku tecrîdê neyê rakirin û li dijî wê neyê derketin, dijderketina sansur û otosansurê wê encamê negire."    Bernameya hevdîtina du rojan bi dawî bû û encamnameya hevdîtinê wê di rojên pêş de bi raya giştî re bê parvekirin.