Îsraîlê êrişî Sûriyeyê kir 2024-10-06 21:00:59     NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişa li dijî sê wesayîtên Îsraîlê ya bajarê Humusa Sûriyeyê de kesek hat kuştin û sê kes birîndar bûn.    Rojnameya El Wetan a hikûmeta Şamê ragihand ku Îsraîlê li herêma Hesa ya ser bi bajarê Humusa Sûriyeyê de sê wesayîtan bombebaran kiriye. Rojnameyê agahî spartiye Midûrê Pîşesaiya Hesayê Emîr Halîl û ragihand ku sê wesayîtên ku alîkariya mirovî lê barkirîbû bûne armanca êrişê û xesar gihîştiye wesayîtan. Emîr Halîl agahiya ku "fabrîkaya otomobîlan hatiye hedefgirtin" derewand û çavkaniyên herêmî jî ragihandin ku di êrişê de herî kêm kesek hatiye kuştin û sê kes jî birîndar bûn e.