Tekîn ê ku 5 xizmên wî hatine girtin: Ya hatiye kirin zilm e 2024-10-06 09:01:24 ŞIRNEX - Mehmet Tekîn ê ku xwişka wî ya nexweş û zavayê wî jî di nav de 5 xizmên wî hatin girtin, got: "Ya hatiye kirin zilm e."  Şirnex’in Hezex (İdil) ilçesine bağlı Hespîst köyünde 17 Eylül, 18 Eylül ve 1 Ekim tarihlerinde Tekin ailesi fertlerinin evlerine iki kere askerler tarafından baskın düzenlendi. 17 Eylül’de yapılan ev baskınında Halil Tekin ve Abdürrahim Tekin gözaltına alındı. 2 isim, “örgüt üyeliği” iddiasıyla tutuklandı.    Leşkeran di 17'ê Îlon, 18'ê Îlon û 1'ê Cotmehê de 2 caran avêtin ser malên endamên malbata Tekîn ên li gundê Hespîst ê navçeya Hezex a Şirnexê. Di 17'ê Îlonê de di serdegirtina malan de Halîl Tekîn û Abdûrrahîm Tekîn hatibûn binçavkirin. Paşê her 2 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistina terorê" hatin girtin.   Di serdegirtina malan a 1'ê Cotmehê de hevjînên hev Murat (65) û Hasîbe (62) Tekîn, Mehmet Emîn Tekîn û hevjîna Halîl Tekîn Sadiye Tekîn ên di 17'ê Îlonê de di serdegirtina malê de hatibûn binçavkirin hatibûn binçavkirin. Murat Tekîn hat girtin û Hasîbe Tekîn jî bi şertê kontrola edlî hat berdan. Lê li ser îtiraza dozgeriyê Hasîbe Çetîn dîsa hat binçavkirin û girtin.   Di 18'ê Îlonê de zarokên Murat-Hasîbe Tekîn Esma, Fatma û Sadiye Tekîn ên ku wekî karkerên demsalî çûbûn Duzceyê hatibûn binçavkirin. Ji xwişk û birayan Fatma Tekîn hat girtin, Esma û Sadiye jî hatin berdan. Fatma Tekîn a ku hat girtin şandin Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê.   ‘ZILM E’   Birayê Hasîbe Tekîn ê girtî Mehmet Tekîn (68) bertek nîşanî serdegirtinên malbata xwe da. Tekîn got: "Xwişka min Hasîbe û hevjînê wê Mûrat her du jî pir kal in û pirsgirêkên wan ên tenduristiyê yên giran hene. Bi her duyan re jî nexweşîna şekir û tansiyona zêde heye. Bi Mûrat re nexweşiya mîdeyê heye. Ya hat kirin zilm e."