Li gel metirsiya mirinê li revîrê tê sekinandin: Bila were berdan 2024-10-06 09:00:13   COLEMÊRG - Tevî ku Abdûrrahman Gemîcîoglû li penceşêra kolonê ketiye û nexweşê nav cihan e nayê berdan. Keça wî Elîf Gemîcîoglû diyar kir ku li gel metirsiya mirinê ya bavê wê heye li revîrê tê ragirtin û banga berdana bavê xwe kir.    Li navçeya Gevera Colemêrgê Abdurrahman Gemîcîoglû ê 67 salî, piştî di 3’yê cotmehê de cezayê wî yê 8 sal û 9 mehan, ji hêla Dadgeha Bilind ve hatiye erêkirin, hat binçavkirin û girtin. Nexweşiyên penceşêra kolonê, prostat, dil, şekir, tansiyon û derûniyê yên Gemîcîoglû hene. Gemîcîoglû yê birine Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê, piştî têketina girtîgehê, rakirin li Navenda Tipa Dûrsûn Odabaş a Zanîngeha Yuzuncu Yilê. Hêj ku dermankirina Gemîcîoglû neqediyabû, careke din şandin girtîgehê.   Tevî ku gelek nexweşiyên Gemîcîoglû hene û hêj dermankirina wî ya li nexweşxaneyê temem nebûye, bi lez û bez birin girtîgehê da. Gemîcîoglû a bertek nîşanî vê yekê daye, destnîşan kir ku bavê wê di çarçoveya xebatên sala 2012’an de dema di bin banê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) daye meşandin, di operasyonên bi navê KCK’ê de hatiye girtin. Gemîcîoglû diyar kir ku bavê wê siyaset kiriye, jî pirsgirêkên di navbera malbatên de çareser kiriye û da zanîn ku ji ber van karên xwe bavê wê wek sûcdar tê nîşandan. Gemîcîoglû bi bîr xist ku bavê wê ji ber van karên xwe, di pêvajoya kar dikir de hatiye girtin û zêdetirî salekê jî girtî maye.    GELEK NEXWEŞIYÊN WÎ HENE   Gemîcîoglû da zanîn zêdetirî salekê ye ku bavê wê bi penceşêra kolonê ketiye, lewma tê dermankirin wiha got: “Nexweşiyên bavê min penceşêra kolonê, prostat, dil, şekir, tansiyon, jibîrkirina demkî û derûniyê hene. Li gorî raporên bijîşkan, dilê bavê min ji sedî 20 dixebite. Bavê min ji ber van nexweşiyên xwe di nav cihan de ye û bi sedyeyê hate binçavkirin. 10 saetan bi ser sedyeya ambulansê hate sekinandin. Ji ber metirsiya wî ya mirinê heye, di revîra girtîgehê de di bin çavdêriyê de tê ragirtin.”    NÊZÎKATIYA SERDESTAN   Gemîcîgolû bi bîr xist ku di girgîgehan de bi hezaran girtî hene û destnîşan kir ku serdest di dîrokê de tim bi zext û zilmê, bi ser piya mane, lê belê dê nikaribin bi ser bikevin û ev tişt gotin. “Bila dest ji vê ferasetê berdin. Tu kes ji dîrokê heye niha nekarî bi tunekirin, girtin û kuştinê gelekî ji holê rake. Bi avêtina girtîgehan a kesên ji bo ziman, çand xwe têdikoşin û eslê xwe înkar nakin dê nagihijîn li tu deran.”    BANGA DESTHILÊ   Gemîcîoglû bang li rayedarên girtîgehan kir ku girtiyên nexweş berdin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bang li desthlatê dikin ku di vê hêlê de bila gavekî mirovî bavêje û dest ji vê ferasetê berde.”