Dermankirina Nergîs Muhammedî tê astengkirin 2024-10-05 11:38:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Malbata girtiya li Girtîgeha Evînê tê ragirtin Nergîs Muhammedî anî ziman ku dermankirina keça wan tê astengkirin û banga hestiyariyê li rêxistinên mafên mirovan kirin.    Malbata aktîvîsta mafên mirovan a li Girtîgeha Evînê tê ragirtin Nergîs Muhammedî, têkildarî rewşa keça xwe daxuyaniyek belav kir.   Malbatê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li gorî biryara nivîskî ya bijîşkê dil, pêwîst bû di vê mehê de Nergîs ji bo kontrolê biçûya nexweşxaneyê , û diyar kir ku rayedarên girtîgehê çûna nexweşxaneyê ya Nergîsê asteng kiriye.   Herwiha di daxuyaniyê de hate gotin ku li gorî bijîşkan, pêwîste Nergîs bi aweyek lezgîn were emeliyatkirin. Malbatê bang li saziyên mafê mirovan kirin ku têkildarî mirjarê bi erka xwe rabin. R-ayedarên girtîgeha Evînê ev 3 car in çûna nexweşxaneyê ya Nergîsê asteng dike. -