Kabaîş ev 9 roj in winda ye: Lêgerîn li golê tên kirin 2024-10-05 10:58:26     WAN - Xebatên lêgerîna xwendekara Zanîngehê Rojîn Kabaîşê bêhtir li Gola Wanê tên domandin. Tevî ku derbarê wê de tu delîl nîn in jî bi ser îdiaya "xwekuştinê" tê sekinîn.    Xebatên lêgerînê yên ji bo xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş ku 27’ê îlonê winda bibû û ji 28’ê îlonê ve jî lêdigerin, di roja 9’an de berdewam kir. Kabaîş a ku li Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Beşa Pêşxistina Zarokan dixwîne, şeva 27’ê îlonê li Wargeha Xwendekarên Keç a Seyyîd Fehîm Arvasî ya lê dimîne piştî şîvê derdikeve û careke din venagere. Telefon, berguhk, cuzdan, av û keka Kabaîşê ji hêla xwendekaran ve li ser qeraxa Behra Wanê ya Kampusê tê dîtin û teslîmî wargeha ku lê dimîne tê kirin. Wargeh piştî vê yekê malbat û polîsan agahdar dike û dû re xebatên lêgerînê tên destpêkirin.   Malbata Kabîşê ya hatiye li Wanê midûriyeta wargeha ku piştî 18 saetan agahî daye wan, gilî kir.   LI TAXA NÊZ XEBAT NEHAT MEŞANDIN   Tîmên polîs û Ewlehiya Peravê ji ber kamera nikarin li taxa Bardakçi bikêşin, 4 rojên ewil li van deran tu xebatên lêgerînê nehatin kirin.    XEBATÊN BI GIRANÎ LI GOLÊ TÊN DOMANDIN   Tîmên Ewlekariya Qeraxê, dalgiç û Tîmên Agirkujiyê yan Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi giranî Kabaîşê di Gola Wanê de digerin.  Platforma jinan a bajar, saziyên civakî yên sivîl, rêxistinên pîşeyî nûnerên partiyên siyasî serdana malbatê kirin û anîn ziman ku ew ê bibin şopdarê bûyerê. Waliya Wanê jî heya niha derbarê xebatên lêgerînê de tu daxuyanî nedan.