Demîrhan ê Kar qetil kir piştî 3 mehan hate girtin 2024-10-04 15:26:47   AMED - Faîl Mehmet Demîrhan ê li Amedê Hîlal Kar bi çekê qetil kir, hate girtin.    Faîl Mehmet Demîrhan ê li taxa 5’ê Nîsanê ya navçeya Rezan a Amedê Hîlal Kar bi çekê qetil kir, hate girtin. Faîl zêdetirî 3 mehan winda bû.    Parêzera Kar, Eda Kar Bûrakmak diyar kir ku faîl hatiye binçavkirin û ji aliyê dozger ve sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh a Nobedar hate kirin û dadgehê derbarê faîl de biryara girtinê da.