Rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin 2024-10-04 14:56:54   AYDIN - Di serdegirtinên malan ên li Aydinê de rêveberên DEM Partiyê yên navçeyên Germencîk û Efelerê jî di nav de bi giştî 7 kes hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Aydinê de polîsan îro li navçeyên bajar bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de rêveberên DEM Partiyê yên rêxistinên navçeyan jî di nav de 7 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku di çarçoveya lêpirsînê de biryara binçavkirina 10 kesan hatiye dayin û ji bo 3 kesên ne li malê bûn biryara girtinê hate dayin. Hat zanîn ku rêveberên DEM Partiyê yên Germencîkê Gorkem Ozyurek, Sedanûr Aydin û rêvebera DEM Partiyê ya Efelerê Helîn Uçar jî di nav binçavkiriyan de ne.    Navên kesên derheqê wan de biryara binçavkirinê hatiye dayin nehat zanîn û hat zanîn ku ji bo dosyayê biryara nepeniyê hate dayin û hevdîtina parêzeran a bi binçavkiriyan re ji bo 24 saetan hate qedexekirin.    Her 7 binçavkirî piştî kontrola tenduristiyê anîn Midûriyeta Emniyetê ya Aydinê. Rêveber û endamên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan li pêşiya emniyetê ne.