Karkerên Spanyayê dê li 70 bajaran azadiya Ocalan biqîrin 2024-10-04 14:51:17 NAVENDA NÛÇEYAN - Sendîkaya Karkeran a Aragonê (OSTA) ya li Spanyayê dê li zêdetirî 70 bajaran bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û têkoşîna gelê kurd çalakiyan li dar bixe.  Li bajarê Aragon ê Spanyayê, Sendîkaya Karkeran a Aragonê (OSTA) ji ber salvegera yekemîn a pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li avahiya sendîkayê civîneke çapemeniyê lidar xist. Civîn bi beşdariya endamên desteya rêveber a sendîkayê pêk hat û tenê rojeveke xwe hebû. Ew jî kampanyaya “Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka kurd re” bû.   Beşdarên civînê afîşên pêngava “Azadî ji Abdullah Ocalan re” hildan. Sekreterê Giştî yê Têkiliyên Navneteweyî ya OSTA'yê Pedro Lebara bi navê sendîkayê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi milyonan kurd Abdullah Ocalan weke nûnreê xwe yê siyasî qebûl dikin û hate bibîrxistin ku Ocalan bi komployekê radestî Tirkiyeyê hate kirin. Lebara piştgiriya sendîkaya OSTA ya ji bo kampanya navneteweyî ya “Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka kurd re” careke din diyar kir.   REWŞA GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ    Lebara, bal kişand ser şert û mercên li derveyî mirovahiyê yên ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di nav de tê ragirtin û ev tişt anî ziman: “Bi rengekî cidî mafên mirovan têne binpêkirin. Di Sibata 2024'an de em beşdarî konferanseke bi sernvaê ‘Aştî ber bi ku ve diçe’ ya li Parlamentoya Ewropayê bûn ku li ser rewşa girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê, bi taybetî jî rewşa Rêberê Kurd Abdullah Ocalan bû. Her wiha li bajarê Koln ê Almanyayê em tev li xwepêşandaneke mezin bûn ku ji bo dawî li tecrîdkirina lîder û fîlozofê şoreşger ê kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin. Ocalan 25 sal in li Girava Îmraliyê hatiye girtin û bi heman sedemê li girtîgehên Tirkiyeyê gelek girtiyên siyasî hene. Weke OSTA em tev li kampanyaya ji bo azadiya Abdullah Ocalan û dawîanîna li dijminatiya li kurdan bûn û em ê tevlibûna xwe ya li kampanyayê dewam bikin.”   Civîna sendîkayê bi dirûşma “Azadî ji Abdullah Ocalan re” bi dawî bû.