DEM Partiyê bang li perwerdekaran kir ku li dijî bişaftinê derkevin 2024-10-04 13:26:15   ENQERE - Komîsyona Polîtîkayên Perwerdehiyê ya DEM Partiyê bang li mamosteyan û UNESCO'yê kir ku li dijî polîtîkayên cihêkar û bişaftinê yên nasname û çandên cuda tune dihesibînin û pêşî li mafê perwerdeya bi zimanê dayikê digirin derkevin.    Berdevkê Komîsyona Polîtîkayên Perwerdehiyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Samî Evren û endama komîsyonê Emîne Akyazili têkildarî 5’ê Cotmehê Roja Mamosteyan a Cîhanê li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xistin. Evren 5’ê Cotmehê Roja Mamosteyan a Cîhanê pîroz kir û îşaret bi zextên li ser perwerdekaran kir. Evren bi bîr xist, ku ji sedî 36’ê kesên piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê ji sektora cemaweriyê hatin avêtin, perwerdekar bûn. Evren diyar kir ku mamoste bi polîtîka û pêkanînên ku newekheviyê kûr dikin Roja Mamosteyan pêşwazî dikin û got: “Li welatekî komkujî lê tê kirin bibe mamosteyê demokratîk, aştiyê biparêze, li dijî asîmîlasyonê derkeve, perwerdeya bi zimanê dayikê biparêze, di perwerdeya zanistî de israr kirin, dayîna berdêlê ye. Tevî her tiştî jî hebûna mamosteyên ku dest ji têkoşîna demokrasiyê bernadin hêviyê dide partiya me. Wezîfeya partiya me ne tenê parastina hemû beşên di têkoşîna demokrasî û aştiyê de cih digirin e, di heman demê de parastina mamosteyên demokrat şoreşger ku ev nêzî 50 sal in têkoşîna xwe didomîne û têkoşîna demokrasiyê ye.”   Evren bal kişand ku nêzî 250 hezar mamosteyên ku li dibistanên taybet û kursên taybet dixebitin bê sîgorte û bi heqdestê kêm tên xebitandin. Evren diyar kir ku mîlyonek û 18 hezar mamosteyên li Wezareta Perwerdeyê dixebitin di bin sînorê xizaniyê de mûçe distînin.   BANG KIR KU DEV JI PÊŞNÛME QANÛNA BINIQAŞ BERDIN    Endama Komîsyona Perwerdeyê ya DEM Partiyê Emîne Akyazili li ser “Pêşnûme Qanûna Pîşeyî ya Mamosteyan” ku tê payîn dê di rojên pêş de li Meclisê bê nîqaşkirin ev tişt gotin: “Me gelek caran derxist holê ku ew xwedî naverokeke ku pîşeyê hînkirinê nebaş dike, ji pirsgirêkên aboriyê yên mamosteyan re çareseriyê peyda nake, prensîba wekheviya mûçeyê ji bo karê wekhev ji holê radike, mafên şexsî qels dike, cihêkarî û newekheviya di navbera mamosteyan de kûr dike. Em bang li desthilatê dikin ku dest ji Pêşnûme Qanûna Pîşeyî ya Mamosteyan berde.”   ‘LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN BIŞAFTINÊ DERKEVIN’    Akyazili, bang li mamosteyan kir ku li dijî polîtîkayên şer û bişaftinê derkevin û wiha domand: “Di Roja Mamosteyan a Cîhanê de em bang li UNESCO, Rêxistina Perwerdeyê ya Navneteweyî, Education International (Înternasyonala Perwerdehiyê) (EI) û mamosteyên li gelemperiya cîhanê dikin ku li dijî şerê veguheriye komkujiyeke li hemberî gelan li Rojhilata Navîn aştiyê biparêzin. Tu gumaneke me nîne ku mamosteyên cîhanê li aliyê gelê Filistînê ne. Em bang li mamosteyên li tevahiya cîhanê dikin ku li dijî polîtîkayên cihêkar û bişaftinê yên nasname û çandên cuda tune dihesibînin û pêşî li mafê perwerdeya bi zimanê dayikê digirin derkevin.”