Kesên li Vartînîsê hatin qetilkirin hatin bibîranîn 2024-10-03 19:27:58   WAN – DBP û DEM Partiyê di salvegera “Komkujiya Vartinîsê” de Bajaroka Vartinîs û gorên malbat Ogut ziyaret kirin û dan zanîn ku ew dê nehêlin ev komkujî bê jibîrkirin.   Di 3'ê Cotmeha 1993'an de li Bajaroka Vartinîs ya Navçeya Têlî (Korkut) a Mûşê bi hinceta "alîkariya rêxistinê dikin" mala malbata Ogut hate şewitandin û ji malbat Ogut 7 jê zarok 9 kesan jiyana xwe ji dest da. Di bûyera ku di raya giştî de weke "Komkujiya Vartînîsê" tê binavkirin de bav Nasir Ogut, dayik Eşref Ogut, zarokên wan Sevda, Sevim, Mehmet Şakir, Mehmet Şîrîn, Aycan, Cîhan û Cinal Ogut hatin şewitandin. Di nava zarokên malbatê de ku ya herî biçûk 2 salî û ya herî mezin jî 14 salî bû, Aysel Oğut ji ber ku wê rojê ne li malê bû bi tesadufî xilas bû. Di çarçoveya 31’emîn salvegera Qetlîama Vartinîs de mala hatiye şewitandin ku niha kirine muzexane, hat ziyaretkirin û kesên jiyana xwe ji dest dan li ser gorên wan hatin bibîranîn. Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên navend û navçeyan û parlementera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz tev li bernameya bîranînê bûn.   ‘EM NADIN JIBÎRKIRIN’   Ewilî mala ku kirine muzexane ya li Bajaroka Vartinîs hat ziyaretkirin û Hevserokê DEM Partiyê yê Mûşê Yafes Dînar axivî. Dînar, diyar kir ku wan xwestiye kesên jiyana xwe ji dest dan bibîr bînin, lê hêzên ewlekariyê ew asteng kirine. Dînar, anî ziman ku dixwazin ev qetlîam bê jibîrkirin û wiha berdewam kir: “Weke tê zanîn kujer jî bê ceza hatine hiştin û doza wan ketiye. Me jî xwest em di salvegera vê qetlîamê de bên vêderê ziyaret bikin, lê nehiştin em bernameya xwe pêk bînin û tenê em 4 kes hilgirtin hindirê malê. Em kesên hatine qetilkirin birêzdarî bi bîr tînin û ji malbatê re jî sersaxiyê dixwazin. Bila bê zanîn ku em vê qetlîamê ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin jî.”   Dû re parlementer Sumeyye Boz axivî. Boz, bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên li hember kurdan tê meşandin û wiha got: “Xwestin ev qestlîam bi polîtîkayên bêcezahiştinê bê jibîrkirin. Ev nêzîkatî ne tenê salên 90’î niha jî didome. Lê em ê li dijî vê yekê têbikoşin û nehêlin ev qetlîam bê jibîrkirin.”   Dû re şandeya bîranînê derbasî goristana ku ferdên malbata Ogut lê dimînin, bûn û ew li ser gorên wan bi bîr anîn.