TUÎK li gelek bajaran hate protestokirin: Daneyên rast parve bikin 2024-10-03 15:03:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Daneyên TUÎK’ê yên enflasyonê îro parve kirin li gelek bajaran hatin protestokirin û kedkaran gotin: “Enflasyona heyî neveşêrin.”    Daneyên enflasyonê yên Saziya îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) îro parve kirin li gelek bajaran hatin protestokirin. Endamên Tum Emeklî Senê li pêşiya Midûriyeta Herêmê ya TUÎK’ê ya li navçeya Beşîktaş a Stenbolê bi dirûşma “Em ê teslîmî birçîtî û hejariyê nebin, enflasyona heyî neveşêrin” daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de dovîzên “Dizan pereyê teqawidan dizîn”, “Mafê me yê sendîkaya peymana komî nayê astengkirin”, “Em ê teslîmî birçîtî û tarîtiyê nebin” hatin hilgirtin û gelek caran dirûşmên “Em ê bibin yek û bi ser kevin” û “TUÎK destê xwe ji berîka me bikişîne” hatin berzkirin.    Nûnerê Tum Emeklî Senê yê Beyoglûyê Ahmet Çoban daxuyanî xwend û got ku heke rêveberiya TUÎK’ê daneyên rast ên enflasyonê parve bike dê di demekî kin de ji peywirê bê girtin. Çoban, diyar kir ku TUÎK beriya ku guh bide pîvanên etîkê, bi dilrehetî her xerabiyan dike. Çoban, got ku divê TUÎK nebe şirîkê sûcên îktîdarê.  Çoban, wiha domand: “Daneyên TUÎK’ê yên enflasyonê yekser bandorê li mûçeyên zêdetirî 16 milyon teqawidan, 25 milyon xebatkaran û bi milyonan kesên ne qeydkirî dixebitin dike. Enflasyonê kêm nîşan didin û dixwazin ji bo îktîdara siyasî serkeftinekê nîşan bidin. Di hesabkirina enflasyonê de bi awayekî fermî hîleyan dikin.”    'DANEYÊN ENAG’Ê TUÎK’Ê DIDEREWÎNIN’   Bi domdarî Çoban anî ziman ku daneyên enflasyonê yên TUÎK’ê rast nînin û wiha pê de çû: “Daneyên ENAG'ê û bihayê tiştan ên li sûk, bazar û marketan, daneyên TUÎK’ê diderewînin. Heqê zarokên me yên nikarin şîr vexwin, yên teqawidên birçî, xwendekarên ji ber bêperetiyê dev ji zanîngehê ber didin, kedkarên nikarin heqê kirêya xwe bidin, malbatên ji ber bêperetiyê ji hev parçe dibin, guneha bi milyonan insanan li stûyê we ye.”    'BANGA TÊKOŞÎNÊ’   Çoban, got ku divê teqawid, kedkar, xebatkarên cemaweriyê, karker û xizan bi hev re xeteke têkoşînê ya hevpar ava bikin û li cem têkoşîna yekbûyî ya ku dê di rojên pêş de were avakirin cih bigirin û derewên îktîdarê vala derxînin.    KESK AÇIKLAMASI    Platforman Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Stenbolê jî li pêşiya Midûriyeta Herêmê ya TUÎK’ê ya Stenbolê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de dirûşma “Em ê bibin yek û bi ser kevin” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin. Seroka Şaxa Hejmar 2 ya Sendîkaya Teqawidê Buroyê (BES) a Stenbolê Zeynep Kişlak Yildirim axivî û qala polîtîkayên neolîberal ên îktîdarê kir. Yildirim, da zanîn ku bacên gel ji sermayeyê re tên şandin. Yildirim, got: “Bi daneyên sexte yên enflasyonê re bi milyonan kes tên mexdûrkirin. Em bang li serokê saziya TUÎK’ê, cîgirên wî û berpirsyarên din dikin ku peywira xwe bi cih bînin. Em banga têkoşînê li hemû mexdûrên TUÎK’ê dikin.”    WAN   Platforma Şaxan a KESK’ê ya Wanê jî têkildarî mijarê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Destên xwe ji berîka me bikişîni, nebin hevparên sifreya me, destê xwe ji sifreya me bikişîne” hate hilgirtin. Daxuyanî li pêşiya Midûriyeta TUÎK’ê ya Wanê hate dayin û Serokê Şaxa BES’ê ya Wanê Veysî Şeker daxuyanî xwend. Şeker, got ku îktîdar ji bo heqdestekî kêm bide kedkaran, TUÎK’ê bi kar tîne. Daxuyanî, bi dirûşmên “TUÎK xwe şaş neke, me aciz neke” û “Ne ji bo alîgiran ji teqawidan re bûdçe” bi dawî bû.   Şaxên BES’ê yên Amed, Mêrsîn û Edeneyê jî bi heman boneyê daxuyanî dan û TUÎK protesto kirin.