Li Serêkaniyê yek jê zarok du kes hatin binçavkirin 2024-10-03 11:43:14   RIHA - Di serdegirtinên malan ên li Serêkaniyê de yek jê zarok du kes bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Rihayê de li navçeya Serêkaniyê bi ser malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de zarokê 17 salî O.C. û welatiyê bi navê Abdullah Robînduz hatin binçavkirin. Binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê.    Hat zanîn ku welatî bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatine binçavkirin û di serdegirtinên malan de telefonên wan hatine desteserkirin.