Li Komeleya Lêkolînên Kurdî roja dawî ya serlêdanan 15'ê cotmehê ye 2024-10-03 09:16:10 STENBOL- Rêveberê Komeleya Lêkolînên Kurdî Samet Yavûz diyar kir ku di orta meha îlonê de dest bi qeydên qursên zimanê kurdî kirine, wê roja dawî ya serlêdanan 15'ê cotmehê be û bang li her kesî kir ku qeyda xwe çêbike.  Serlêdanên ji bo kursên perwerdehiya ziman ên bi zaravayên kurmancî, kirmanckî/zazakî û soranî yên kurdî Komeleya Lêkolînên Kurdî di 12'ê îlonê de dabûn destpêkirin, berdewam dikin. Rêveberê Komeleya Lêkolînên Kurdî Samet Yavûz diyar kir ku serlêdanên qeydkirinê yên ji bo perwerdehiya rû bi rû wê di 15'ê cotmehê de biqedin û dersên ziman wê 3 mehan dewam bikin. Yavûz bang li kesên ji neteweyên din ên ku dixwazin hînî kurdî bibin kir ku qeyda xwe çêbikin û diyar kir ku deriyên wan ji kesên ku dixwazin kurdî hîn bibin, zimanê xwe yê kurdî pêş bixin û kurdînivîsîna xwe pêş bixin re vekiriye.    Yavûz, anî ziman ku li Stenbolê ji bilî komeleya wan di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de jî perwerdehiya kurdî tê dayîn û got: "Gelek sedem hene ku ew me hilbijêrin. Ya yekem, ev der cihekî aram û ewle ye. Kesên tên vir wekî li Kurdistanê bin xwe hîs dikin. Li vir germahiyek heye. Ne tenê ders, têkiliyên di navbera dersan de jî bi kurdî ne. Yanî cihekî berhemdar e. Em ji xeynî dersan xwendinên li ser çand û dîrokê jî dikin."    Yavûz diyar kir ku ziman hebûna mirov e û ji ber vê yekê divê bi taybetî kurd hînî kurdî bibin û got: "Ger îro li vir em bibêjin em kurd in û bi kurdî nizanin ev nayê tu wateyê. Heke em bibêjin em kurd in, divê em zimanê xwe hîn bibin. Xebatên me yên ji bo jêşîgirtina li jiholêrakirina zimanê kurdî û jibîrkirina wî didomin. Em komele çi ji destê me bê em ê bikin."    Yavuz bang li her kesên ku dixwazin kurdî hîn bibin an jî kurdîya xwe pêş bixin kir ku qeyda xwe çêbikin.