Ji Walîtiya Amedê daxuyaniya ‘pevçûnê’: Kesek mir 2024-10-02 15:23:18   AMED - Walîtiya Amedê ragihand ku di dema “operasyona narkotîkê” ya li gundê Pêçar ê navçeya Licê de hatiye kirin kesek hatiye kuştin.    Walîtiya Amedê têkildarî “Operasyona Narko” ya li gundê Pêçar ê navçeya Licê hatiye kirin daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate îdiakirin ku li dora saet 03.50’yan 2 kesên li nav erd hatine tespîtkirin li gorî ‘hişyariya raweste’ tevnegeriyane û gule lê hatine reşandin û ji bo demekî kurt pençûn derketiye.    Walîtiyê diyar kir ku kesek hatiye kuştin û li cem kesê hatiye kuştin esrar hatiye dîtin.    Şêniyên gund ragihandin ku kesê hatiye kuştin Halîs Demîr ê ji mezraya Qencer a girêdayî gundê Bawerd e.