Gefxwarina rêveberên ÎHD’ê hat protestokirin 2024-10-02 15:22:34   EDENE - Hêzên Ked û Demokasiyê yên Edeneyê gefxwarina rêveberên ÎHD’a Edeneyê şermezar kirin.    Çend roj berê grûbek telegramê bi navê “Yekîneya Sansasyonel Turan (Sansasyonel Turan Birliği)” li ser grûba xwe gef li rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê xwaribû û navnîşan û wêneyên rêveberan eşkere kiribû. Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edeneyê vê gefxwarina rêveberên ÎHD’ê protesto kirin. Daxuyanî li Parka Înonu hat dayîn û nûnerên rêxistinên sivîl beşdar bûn.    Serokê Şaxa Egîtîm Sena Edeneyê Fatîh Toprak li ser navê saziyan daxuyaniyê da û da û bi bîr xist ku ÎHD her tim dibe armanca desthilatdariyê û got ku ew gefên li ser ÎHD’ê û rêveberên wê qet qebûl nakin û dê her tim bi ÎHD’ê re di nava piştevaniyê de bin.    Toprak xwest ku Wezareta Karên Navxweyî, Wezareta Dadê, Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê û Walîtiya Edeneyê li dijî van gefan tevdîran bigire û lêpirsînek bi bandor li dijî grûba gefxwar bidin destpêkirin.    'JI BER KU EM MAFÊN BINDESTAN DIPARÊZIN DIBIN ARMANC’    Serokê ÎHD’a Edeneyê Yakûp Ataş jî anî ziman ku ji ber ew mafên kurdan û bindestan diparêzin her tim dibin armanca gefxwarinê û got ku ev kesên gefê dixwin cesarete ji desthilatdariyê digirin. Ataş got ku der barê gefxwarinê de li dozgeriyê gilî kirine.    'NAVNÎŞANA GEFÊ DIYAR E’    Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan jî anî ziman ku navnîşana grûba ku gefê xwariye diyar e û heke êrişek li dijî rêveberên ÎHD’ê pêk were dê Midûriyeta Polîsan a Edeneyê, Walîtiya Edeneyê û Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê jê berpirsiyar bin. Alî Bozan destnîşan kir ku zîhniyeta ku îro Abdulkadîr Kuday li girtîgehê qetil kir û zîhniyeta ku gefê li rêveberên ÎHD’ê xwariye xwedî heman zîhniyetê ne.