Girtî hem derb kirin hem jî cezayê hefsê lê birîn 2024-10-02 12:22:43   RIHA - Li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa L a Rihayê 8 girtiyên li dijî guherandina qawîşan derketin hatin derbkirin û derheqê wan de bi îdiaya “Zirar dane malê cemaweriyê” 10 meh ceza danê.    Li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa T a Rihayê qawîşa 8 girtiyan bêyî daxwaza wan hate guherandin. Girtî, ji hêla 80 gardiyanên cilûbergên robokop li xwe kirin ve bi darê zorê ji qawîşan hatin derxistin. Bi hinceta ku di dema mudaxileyê de “li dolabên cilan xistine”, derheqê 8 girtiyan de bi îdiaya “Zirar dane malê cemaweriyê” doz hate vekirin. Bûyer, di 7’ê îlona 2021’ê de qewimî. Îdianameya Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ji hêla 8’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Rihayê ve hate qebûlkirin. Bi vê yekê re darizandina girtiyan dest pê kir. Di 6’ê îlona 2024’ê de biryar hate dayin. Dadgehê bi îdiaya “Zirar daye malê cemaweriyê”, li girtiyên bi navên Salih Kolay, Serhat Bulut, Hasan Kiliç, Zeynel Karakaş, Enver Kanmaz, Ahmet Yilmaz, Avnî Gurbuz û Abdulhakîm Eşiyok 10 meh cezayê hefsê birî.    Di biryara bihincet a dozê de hat îdiakirin ku “bi qeydên kamerayan hatiye tespîtkirin ku girtiyan zirar dane dolabên saziyê.” Lê belê qala îşkenceya gardiyanan a di dema guherandina qawîşê de nehate kirin.    Parêzerên girtiyan jî li dijî biryarê li Dadgeha Edliye ya Herêmî ya Dîlokê îtîraz kirin. Di daxwaznameyê de hat gotin ku girtî hatine îşkencekirin, serlêdanên sûc ên têkildarî îşkence û miameleya xerab a li dijî girtiyan bi biryarên neşopandinê biencam bûne. Her wiha hat gotin ku qeydên kamerayan ên weke delîl hatine pêşkeşkirin, derî usûlê ne û hat xwestin ku biryar were betalkirin.    ÇI BÛBÛ?   Di 7’ê cotmeha 2021’ê de li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa T a Rihayê 80 gardiyanên cil û bergên robokop li xwe kirin hewl dan bi darê zorê qawîşên girtiyan biguherînin. Di dema mudaxileyê de girtî hatin derbkirin û girtiyan xwestin ji bo girtina rapora derbkirinê biçin revîrê lê ev daxwaz hate redkirin. Girtiyên qawîşên wan bi darê zorê hatin guherandin, li dijî îşkenceyê çalakiya boykotkirina xwarinê li dar xistibûn.    Şaxên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Rihayê têkildarî îşkenceyê raporek amade kiribûn. Di raporê de wiha hatibû gotin: “Şandeya me di çarçoveya îfadeyên hevgirtî yên girtiyan de tespît kirine ku bi hinceta guherandina qawîşê bi darê zorê girtî ji qawîşên wan hatine derxistin û dema girtiyan daxwaza nîşandana biryara fermî kirin, ji hêla rêveberiya girtîgehê ve hatine derbkirin û rastî tundiyê hatine. Her wiha qedexeya îşkence û miameleya xerab hatiye binpêkirin.”