Jiyan û hunera ‘Mîrê Ribabê’ Miradê Kinê kir pirtûk 2024-10-02 09:01:09 ŞIRNEX - Nivîskar Hurşît Baran Mendeş piştî xebateke sê salan serpêhatiya jiyan û hunerê ya “Mîrê Ribabê” anku hunermend Miradê Kinê kir pirtûk.  Miradê Kinê an jî di nav gel de bi navê din Mirado, di sala 1943’yan de li gundê Gera Cafer ê bi ser navçeya Kercewsa Êlihê ve ji dayik dibe. Miradê Kinê ku dengbêjî, stranbêjî û çîrokbêjiyê dike, bi navê “Mîrê Ribabê” jî tê naskirin. Bi jêhatîbûn û şîroveyên xwe yên li ser şer, evîn û bûyerên cuda stran gotine, navdar bûye. Miradê Kinê yê ku di heman demê de karmendê dewletê bû jî tevî hemû astengiyan jî dev ji dengbêjiyê bernade û di 17'ê Kanûna 1984'an de li Sêrtê koça dawî dike. Miradê Kinê heta 4 saliya xwe bi malbata xwe re dijî. Birayên wî Halîl û Cemîl hene. Piştî bi salan Miradê Kinê û malbata xwe koçî navçeya Kerborana Mêrdînê dikin. Li navçeya Kerboranê dest bi muzîkê dike. Bavê wî jî yek ji hosteyên kemençeyê ango ribabê ye û dengbêj e. Miradê Kinê, li ber destê bavê xwe Ferhat û apê xwe Reşît hînî ribabê dibe.    Nivîskarê kurd Hurşît Baran Mendeş vê carê jî berê xwe da serpêhatî û jiyana  hunerî ya Mirado. Mendeş pirtûka ku qala jiyana hunermendê navdar Mirado dike, amade kir û pirtûk der çû. Pirtûka ku ji 500 rûpelan pêk tê ji aliyê weşanxaneya Nûbihar ve hate çapkirin. Mendeş bi salan kêlî bi kêlî jiyana Miradê Kinê lêkolîn û berhev dike. Bi hevalên wî, zarok, hevjîn û koçerên ku wî nas dikin re hevdîtin dike. Yek bi yek li wan guhdar dike û di encama xebata sê salan de pirtûka ku qala stran, jiyan û hûnera Mirado dike, pêşkêşî xwînerên xwe kir.    'MIRADÊ KINÊ XIZÎNE YE’   Mendeş der barê naverok û girîngiya pirtûkê de axivî. Mendeş anî ziman ku Miradê Kinê ji bo çand û hûnera kurd xîzîneyek bûye û wiha got: “Min di serî de jiyana dengbêj Meryem Xanê nivîsand. Piştî ku wextek bi ser re derbas bû, min li ser jiyana Miradê Kinê ketim nava lêkolînê û berheviyê û paşê min nivîsand. Her kes Miradê Kinê nas dike. Stranbêjek û dengbêjek navdar e. Pîranî ji di nav xelkê me yê Herêma Torê û qismek jî Herêma Xerzanê de Miradê Kinê gelek tê hezkirin. Her mala ku teyb têde hebû, bandên Miradê Kinê lê hebûn û bandê wî li ser teyibê bû. Heta ku di zarokatiya min de jî wiha bû. Miradê Kinê di nav koçeran de jî gelek dihat hezkirin. Dema ku ez di nav Toriyan de geriyam min jiyana wî kifş kir. Piştre min dest bi nivîsandina jiyana Miradê Kinê kir. Min xwe gihand malbata wî û hezkiriyên wî. Her ku min li ser jiyana Miradê Kinê lêkolîn kir, min dît ku Miradê Kinê ji bo çanda kurdî, zimanê kurdî bi tena serê xwe xizîneyek e.    JI BO NIFŞÊN NÛ    Min jî got ji bo nifşên nû û hûnermendên nû û ji bo siberojê pêwîst dît ku jiyana Miradê Kinê binivisînim. Nêzikî 2 salan li herêma Torê û cihê ku wextekî Miradê Kinê lê karmendiya dewletê kiriye li Sêrtê, li Kerboranê û li gundên Kerboranê bi hevalên wî re hevdîtin kir û bi vî awayî min dest bi lêkolînkirina Miradê Kinê kir. Di encama lêkolînkirina jiyana wî de min pirtûka ku ji 500 rûpelan pêk tê nivîsand û çap kir. Xebateke pir baş û serkeftî ye."   ‘BI GEWRÎ, DEVOK Û RIBABA XWE MÎNAK E’   Mendeş diyar kir ku armanca wî bi derxistina vê pirtûkê re ew bû ku hûnera Miradê Kinê bê naskirin û wenda nebe û wiha domand: “Min zehmetiyeke mezin bi lêkolînkirina jiyana Miradê Kinê re dît lê hêja bû. Çimkî Miradê Kinê bi tena serê xwe xîzîneyek e. Hûnermendeke bêhempa ye. Bi gewriya xwe ve, devoka xwe ve û ribaba xwe ve bi her awayî ve mînak e. Ji bo wê min xwest ku gelê me jî Miradê Kinê nas bike. Miradê Kinê li gundê Gera Cafer yê bi ser Kercewsê ve tê dinê û sala 1984'an mixabin di temeneke ciwan de li navçeya Tiloyê jiyana xwe ji dest dide. Min pîranî jî li cihê ku lê hatiye dinê û jiyana xwe ji dest daye lêkolîn kir. Min bi hevjîna wî re hevdîtin kir. Di xebateke 2 salan de min li herêma Torî û Xerzanê û heta bajarê Êlihê lêkolîn kir. Tiştê ku der heqê Miradê Kinê de bê mereqkirin min hemû komkirin. Pirtûk di encama xebateke sê salan de çap bû.”    116 STRANÊN WÎ BERHEV KIRIN   Mendeş da zanîn ku wî di encama lêkolînên ku kiriye de 116 stranên Miradê Kinê peyda ango berhev kiriye û wiha got: “Miradê Kinê tevî hemû zehmetiyan jî dev ji stranbêjiyê bernade ye. Stranên Miradê Kinê pîranî li ser herêmê, şeran, evîndariyê û govendê ne. Her wiha çîrokên wî hene berfireh behs dikin. Ji xwe di dema xwe de bi ribaba xwe diçû dewatan. Tişta ku min di encama vê lêkolînê de dît, aliyekî Miradê Kinê şoreşger bû, welatparêz û girêdayî axa xwe bû. Wextê karmendiya dewletê dike jî gelek tiştên nebaş tên serî û ji bo ku stranbêjiyê neke jî astengiyan jê re derdixînin. Jê dixwazin ku dev ji dengbêjiyê berde lê ew bernade û her devera ku diçê jî lê stranên xwe dibêje. Li herêma Torê ji Miradê Kinê re dibêjin ‘Mîrê ribabê’. Ji ber ku ribabê pir xweş lê dide û tu kes nîne ku weke wî lê bide. Hûnermendên niha wî ji xwe re dikin mînak û bi wî rêbazî hûnera xwe pêş de dibin. Li gorî lêkolînê jî 116 kilamên wî hene. Lê mixabin hin stranên wî winda ne û hin hunermendên din weke stranên xwe nîşan dane. Min xwe negihand wan. Lêkolîna min a li ser çanda û hunera kurdî û hunermend û dengbêjan dê bidome. Min bi Meryem Xanê dest pê kir û bi Miradê Kinê domand. Çima dengbêj? Çimkî dengbêj jiyan e, zimanê kurdî ye, dîroka kurdî ye. Heke ku dengbêjî nebûya wê gelek tiştên me winda bibûna. Me gelek şer, dîrok, êş û çîrokên berê nedizanibû, lê em bi saya dengbêjan dizanin. Ji ber wê divê ku em li dengbêjên xwe xwedî derbikevin û em bigihînin nifşên nû.”    MA / Zeynep Durgut