Li Wanê dê bi hezaran kes biherikin mitînga ‘azadiyê’ 2024-10-02 09:00:18 WAN - Ûgûr Bayraktar ê DBP’î anî ziman ku ew ê bi hezaran kesan ve tev li mitînga “azadiyê” ya ku dê di 13’ê cotmehê de li Amedê were lidarxistin bibin û wiha got: “Dema azadiya birêz Ocalan hatiye. Ocalan tê wateya aştiyê û pêşîlêgirtina rijandina xwînê." Platforma Saziyên Demokratîk dê di 13’ê mehê de bi diruşma “Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê tên ba hev” dê mitîngekî mezin li dar bixe. Amadehiyên mitînga ku dê di çarçoveya kampanyaya pêkanîna azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demoratîk a pirsgirêka kurd were lidarxistin, li gelek bajaran berdewam dike. Tê payîn ku dê ji Wanê hezaran kes tev li mitînga li Amedê tê lidarxistin, bibin.     ‘DIVÊ FAŞÎZM WERE SEKINANDIN’   Endamê Meclisa Partiyê (PM) yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Ûgûr Bayrak ê li Wanê amadehiyên xwe yên mitîngê didomîne, hemû Waniyan vexwend mitîngê. Bayrak bi bîr xist ku 9’ê cotmehê 26’emîn salvegera komploya sala 1998’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye lidarxistin e û wiha got: “Polîtîkaya tecrîdekî giran a ku ev 42 meh in ser birêz Ocalan tê meşandin heye. Destûrê nadin bi malbat û parêzeran re hevdîtinê bike. Em ji rewşa tenduristî ya birêz Ocalan biguman in. Nijadperestiyekî ku ev 26 sal in her ku diçe zêde dibe heye û divê ev nejadperstî were sekinandin.”    Ûgûr Bayraktar   ‘DI SEDHEZARAN KES TEV LI BIBIN’   Bayrak sedema xitimandina siyasî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê wek tecrîda girankirî nişan da. Bayrak diyar kir ku Abdullah Ocalan serokekî girîng e wiha got: “Birêz Ocalan tenê rêbertiya tevgera kurd nake. Parêzname, nirxandinên wî rêbertiya Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê dike. Li Rojhilata Navîn xitimandinek heye û yek ji sedemên vê yekê jî birêz Ocalan ê ev 25 sal in dîl hatiye girtin e. Lewma riya derketina ji vê krîzê, pêkanîna hevdîtinên birêz Ocalan a bi parêzer û malbata wî ye. Hevdîtina bi Ocalan re tê wateya dîtina riyekî û diyarkirina nexşerêyekî ye.”    ‘DIVÊ BI MÎLYONAN KES BIHERIKIN’   Bayrak, da zanîn ku mitînga ku dê di 13’ê cotmehê de li Amedê were lidarxistin gelek girîng e û axaftina xwe wiha domand: “Îro azadiya birêz Ocalan tê wateya azadiya welat û mirovan. Azadkirina Ocalan tê wateya azadiya gelê kurd, şoreşger, demokrat, nasnameyên ku cihêkarî li wan hatine kirin. Ji ber wê em dibêjin divê demildest tecrîda ser birêz Ocalan were rakirin û azadiya wî ya fîzîkî were pêkanîn. Lewma tev li bûna sed hezaran, herwiha bi mîlyonan kesan gelek girîng e.”   KOMÎSYON DIXEBITIN   Bayrak di mijarên behsê xebarê de bal kişand ser rol û rista Wanê û derbarê xebatên li Wanê ya ji bo mitînga Amedê tên kirin wiha got: “Bajarekî ku di hilbijartinan de ji 14 navçeyên hemûyan stendî ye. Li dijî xespkirina îradeyê bi 2 rojan serhildan kir û mazbatayê girt. Lewma çavê her kesekê li Wanê ye. Li Wanê berdewariyekî mezin heye. Em jî dê bi tev li bûna hezaran kesan li Amedê bin. Me ji bo vê yekê li tax û navçeyan komîsyon ava kirin. Em vê xebatê jî bi partiyên siyasî û rêxistinên civakî re didin meşandin. Em amade ku ji 7 saliyê heya 70 saliyê hemû welatiyên xwe bibin mitîngê. Ji bo vê jî serlêdana rêxistinên me yên navçe û navenda bes e.”   ‘EM JI BO BIRÊZ OCALAN DI REWŞA REXNEDAYÎNÊ DE NE’   Bayrak di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew ê heya roja mitîngê li Wanê kolan bi kolan, mal bi mal bigerin û wiha derbirî: “Gelê Wanê dê tevlibûnekî ku layikê xwe pêk bîne. Dema azadiya birêz Ocalan hatiye. Di vê mijarê de hem siyaseta kurd û hem jî şoreşger û demokratên li Tirkiyeyê di rewşa rexnedayînê de ne. Ji ber birêz Ocalan tê wateya aştiyê û sekinîna xwîna diherike. Ocalan li vê axê tê wateya aştî, azadî, biratî û jiyana bi hev re. Tê wateya avakirina civakekî nû. Lewma divê Ocalan demildest azad be. Ji bo vê yekê çi bikeve ser me, divê êm bi zêdetir pêk bînin.”