Xebatên lêgerînê yên ji bo Kabaîşê di roja 4’an de berdewam kirin 2024-10-01 19:38:59   WAN – Xebatên lêgerînê yên ji bo xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş ku ji 27’ê îlonê ve agahî jê nayê girtin di roja 4’emîn de berdewam kir. Li gundê Bardakçiyê jî xebatên lêgerînê hatin destpêkirin.   Xwendekara zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş ev 5 roj in winda ye. Xebatên lêgerînê yên ji bo Kabaîş hatine destpêkirin di roja 4’emîn de berdewam kirin. Kabaîş a ku di Wargeha Xwendekarên Keç a Seyyid Fehîm Arvasî de dima, 27’ê îlonê piştî li wargehê şîvê dixwe derdikeve û diçe ser qeraxa Behra Wanê ya kampusê û careke din ti agahî jê nayê girtin. Li ser qeraxê telefon, berguhk, cuzdan, av û keka Kabaîşê ji aliyê şagirtan ve tên dîtin û ji bo Kabaîşê di 28’ê îlonê de xebatên lêgerînê tên destpêkirin. Heta niha ti agahî ji Kabaîşê nehatine girtin û xebatên lêgerînê didomin.   LÊNÊRÎNA QEYDÊN KAMERAYÊN DI NAVA ZANÎNGEHÊ DE QEDIYAN   Îro polîsan destnîşan kir ku wan lênêrîna qeydên kamerayê yên di nava zanîngehê de qedandine û dan zanîn ku Kabaîş, şeva 27’ê îlonê tenê ji wargehê derdikeve û diçe marketê. Polîsan anî ziman ku dû re bi şimikan diçe ser qeraxê, lê di qeydan de jî xuya dike ku careke din venagere.   LI GUNDÊ BARDAKÇIYÊ JÎ XEBATÊN LÊGERÎNÊ DEST PÊ KIRIN   Cihê ku telefon, cuzdan hwd. ên Kabaîşê hatine dîtin, rêyek bi ser qeraxê ve ji bo Gundê Bardakçi ku li kêleka zanîngehê ye, diçe. Ji ber vê yekê tîmên lêgerînê û polîsan li Gundê Bardakçiyê xebatên lêgerînê dan destpêkirin. Hat zanîn ku heta niha ti şop di derheqê Kabaîş de nehatine bidestxistin û dê sibê jî li heman gund xebatên lêgerînê bidomin.   Di behra Wanê de Tîmên Ewlekariya Qeraxê, dalgiç û li qeraxê jî polîs, Tîmên Îtfaiyeyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û AFAD ji bo dîtina Kabaîşê dixebitin.