Meclisê hate vekirin: DEM Partî ranebû ser pêyan 2024-10-01 16:30:32   ENQERE - Di dema vekirina Meclisê de CHP’iyan serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ji pê ve pêşwazî kirin. DEM Partiyî ranebûn ser pêyan.    Piştî navbera 2 mehan Meclisê dîsa dest bi xebatên xwe kir. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dema serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ketî eywanê ranebûn ser pêyan.    Koma Meclisê ya CHP’ê jî ji parlamenterên xwe ragihand ku dema Erdogan dikeve eywanê dê rabin ser pêyan. Parlamenterên nexwestin tev li vê biryarê bibin tev li vekirina meclisê nebûn. Dema Erdogan ketî eywanê koma CHP’ê jî rabû ser pêyan. Di vê navberê de Alî Mahîr Başarir li aliyê piştê nihêrt û hinek parlamenter jî ranebûn ser pêyan.