Sîlvan Belediyespor hate avakirin 2024-10-01 16:19:06   AMED - Şaredariya Farqînê ya di bin rêveberiya DEM Partiyê de Sîlvan Belediyespor ava kir.    Şaredariya Farqînê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo ciwanan bi werzîşê re bîne cem hev Sîlvan Belediyespor ava kir. Hevşaredaran têkildarî vê yekê wiha gotin: “Em werzîşê ji bo ku potansiyela ciwanên me derbixin holê weke amûrekê dibînin. Bi Sîlvan Belediyesporê re em ê ne tenê derfeta sporê bidin ciwanên xwe, di heman demê de bi gihandina hev a civakî re têkiliyên xwe yên civakî xurt bikin.”