Bernameya bîranîna Komkujiya Garê hat eşkerekirin 2024-10-01 14:31:02   ENQERE - Bi boneya salvegera 9’emîn a Komkujiya Garê ya Enqereyê dê di navbera 1-20’ê cotmehê de bername û çalakiyên cuda bên lidarxistin.    Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê û Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê têkildarî eşkerekirina bernameya bîranîna salvegera 9’emîn a qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê Gara Enqereyê li Yekitiya Mulkiyelîler civîna çapemeniyê li dar xist. Nûnerên saziyan tev li civînê bûn.    Hevberdevka Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakîncî Coşkûn daxuyanî da û bi bîr xist ku bi ser komkujiyê re 108 meh derbas bûne û ew ê sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin qebûl nekin û di salvegera 9’emîn de qurbaniyên xwe bi bîr bînin. Coşkûn got ku ew ê li ber bîrdariya qurbaniyan hin bêtir li dijî komkujiyê bi hêrs bisekinin.    Hevberdevkê Komeleyê Îshak Kocabiyik jî bernameya çalakiyên dê bên lidarxistin eşkere kir. Kocabiyik diyar kir ku bi salan daxwaza wan a li pêşiya Gar3e ku bîrdariyek were çêkirin tune hatiye hesibandin û hewldanên wan hatine astengkirin.    BERNAMEYA BÎRANÎNÊ    Kocabiyik bername û çalakiyên ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiyê bên lidarxistin wiha rêz kir.   “*2’ê cotmehê: Gotûbêja çarşemê, “Di 9 salên tije bêedaletî de me çi kir” li Yekitiya Mulkiyeliler, 19.00   *3’ê cotmehê: “Di şexsê Îsmaîl Kizilçay de nemiriyên 10’ê Cotmehê”, Kuçeya Adakale, 18.30   *4’ê cotmehê: Guhdariya “Gotin û dengê vê axê”, Yekitiya Mulkiyelîler, 18.00-19.00   *5’ê cotmehê: “Kursiyê Edaletê, Yên Edaletê Dixwazin Diaxivin” Navenda Çandê ya Mulkiye, 13.30-17.30   *6’ê cotmehê: Serdana gorê û “9 salên ku bi têkoşîna edaletê derbas bûn”, Eywana Civînê ya Maskî, Manîsa, 14.00-17.00   *7’ê cotmehê: Gotûbêja “Edalet, Komkujî û Penaberî”, Navenda Giştî ya Halkevlerî, 19.00-21.00   *8’ê cotmehê: Pêşandana Belgefîlm û Gotûbêj, Sehneya Yilmaz Guney, 18.30-21.00   *9’ê cotmehê: Vekirina Bîrdariya Komkujiya 10’ê Cotmehê, , Li ber Gara Enqereyê, 12.30 – Panela “Sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin”, Navenda Hunerên Hemdem a Dogan Taşdelen, 14.30-17.30   *10’ê cotmehê: Bîranîna salvegera 9’emîn, 09.00, Enqere, Stenbol, Îzmîr, Meletî    *20’ê cotmehê: 2’yemîn Lîkya 104 Meşa Aştiyê ya Mirovên Netirs, Adrasan/Antalya, 09.30”   PÊŞENGEHA WÊNEYAN    Piştî daxuyaniyê di çarçoveya bernameyê bîranînê de pêşengeha wêneyan a bi navê “Ji bîr neke” a wênegir Mehmet Ozer hat vekirin. Ozer di vekirina pêşengehê de axivî û got ew ê xewn û xeyalên hevrêyên xwe ji bîra nekin û wê hêrsa wan tim li dijî qetlîamkera hebe.    Wê pêşengeh heta 10’ê cotmehê li Yekitiya Mulkiyelîler vekirî be.