Meclisa Parêzerên Ciwanan ‘tarîfeya heqdestê’ şermezar kir 2024-10-01 14:30:07   ŞIRNEX - Meclisa Parêzerên Ciwan a Baroya Şirnexê xizmeta CMK’ê û tarîfeya heqdestê şermezar kir.    Meclisa Parêzerên Ciwan a Baroya Şirnexê, bi daxuyaniya li ber Edliyeya Cizîrê dan xizmeta CMK’ê û tarîfeya heqdestê şermezar kir. Di daxuyaniya ku Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz û gelek parêzer tev li bûn de parêzer Melîh Elçî wiha got: “Xizmeta CMK’ê û tarîgeya heqdestê yek ji pirsgirêka herî mezin a pîşeya me ye ku bi destê desthilatê veguheriye angaryayê.”   Elçî, destnîşan kir ku asta ewil a pêvajoya çalakiyan li gel Navend û Meclisên Parêzerên Ciwan dane dest pê kirin û wiha got: “Di vê noxteyê de xizmeta ji aliyê me ve hat dayîn, li şûna xizmeta cemaweriyê veguherî angaryayê. Her wiha em dixwazin diyar bikin ku dema darizandinên dem dirêj difikirin heqê xizmeta ku em pêşkeş dikin têra lêçûnên bingehîn ên weke rêwitî û xwarinê nake.”   ‘EM SERÎ NATEWÎNIN’    Elçî, da zanîn ku zexta aboriyê li parêzerên ciwan tê kirin û wiha got: “Sedemê bingehîn ê zexta aborî ji bilî xizankirina parêzeran bêparêzerhiştina welatiyan e. Em ji bo mafê parastinê yê welatiyan li qadan e. Divê bê zanîn ku parastin bêdeng nabe. Tişta ku nizanin ew e ku parastin serî natewîne.”   Daxuyaniya çapemeniyê bi çepikan bi dawî bû.