Cezayên pereyan li kesê ku nêçîra kewan dikir hat birîn 2024-10-01 12:39:57   ŞIRNEX - Li gundê Cifanê keseke ku nêçira kewan dikir hat cezakirin. 17 hezar û 782 lîre cezayê pere lê hat birîn.    Li gundê Cifanê yê ser bi navenda Şirnexê ve welatiyê ku nêçîra kewan dikir hate binçavkirin. Piştî li gel agahdarkirinê tîmên Midûriyeta Şaxa Parastina Xwezayê û Parkên Millî çûn herêma ku kew lê hatin girtin. Tîmên ku cihê bûyerê lêkolîn kirin û kewên mirî desteser kirin.    Ji ber qanûna nêçîra axê ya bi hejmara 4915'an binpê kiriye, 11 hezar û 200 lîre tezmînat û 6 hezar û 582 lîre jî cezayê îdarî li wî nêçîrvanî hat birîn. Bi giştî 17 hezar û 782 lîre cezayê pereyan li nêçîrvan hat birîn.