Hêrsa kurdan a li dijî komployê 2024-10-01 10:21:00 NAVENDA NÛÇEYAN - Kurd û dostên wan 26 sal in li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan li ber xwe didin. Pêvajoya berxwedanê ya ku bi çalakiya "Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin" dest pê kir, îro jî bi kampanyaya "azadî"yê dewam dike. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi hevkariya hêzên navneteweyî ji Sûriyeyê hat derxistin.  Pêvajoya komploya navneteweyî heta ku 15'ê Sibata 1999'an Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê dewam kir.     Piştî ku Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê, li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin şert û mercên tecrîdê de tê girtin. Tecrîda li ser Ocalan 26 sal in bênavber didome. Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve, ji dema hevdîtina wî ya bi birayê wî Mehmet Ocalan re, tu agahî jê nayê girtin.   Piştî komploya ku Abdullah Ocalan wekî "Operasyona NATO-Gladio", "Destpêka Şerê Cîhanê yê 3'yemîn", "Komploya herî mezin a sedsala 21'ê" û "Pêngava yekemîn a destwerdana li Rojhilata Navîn" bi nav kir, hêrseke mezin derket holê. Kurd û dostên wan çar aliyê cîhanê, bi taybetî li Kurdistan û Tirkiyeyê veguherandin qada çalakiyê. Ji destpêka komployê heta niha zêdetirî 100 kesî bedena xwe da ber agir. Bi milyonan kes di 9'ê Cotmehê û 15'ê Sibatê de reş girêdan û hêrsa xwe li kuçeyan dan der.   Vê berxwedana kurdan û dostên wan jî planên komplogeran pûç kir. “Qirkirina” li dijî Abdullah Öcalan pêk nehat. Ocalan di nirxandina xwe de ku di 10'ê Sibata 2010'an de di hevdîtina bi parêzeran re kir, diyar kir ku komplo bi berxwedanê hatiye pûçkirin û got: "Berxwedana gelê me komployê pûç kir. Ji ber vê yekê ez careke din spasiya gelê me dikim. Armanca komployayê tunekirina min bû, eger ev yek pêk bihata, dê alozî û pêvajoyeke xwîndar pêk bihata."   BERTEKA EWIL A LI DIJÎ KOMPLOYÊ   Berteka yekemîn a li dijî komployê çalakiyên “Hûn nikarin Roja Me Tarî Bikin” bû ku li girtîgehan dest pê kir. Girtiyan li dijî komployê bedena xwe dan ber agir. Berxwedana li girtîgehan piştre gav bi gav belav bû. Piştî ku Mehmet Halît Oral di 9'ê Cotmeha 1998'an de li girtîgeha ku lê dihat girtin bedena xwe da ber agir, çalakî belav bûn. Oral got: “Êrişên li dijî we û gelê me êrişên li dijî mirovahiyê ne. Hêrs, kîn û tolhildana min mezin e. Lêbelê, ez nikarim vê yekê li hember dijminê di zindanê de vereşînim. Bi vê çalakiyê ez careke din soza xwe ya ji bo we nîşan bidim. Wê baş bibînin ku ger zirarek bigihê we wê gelê me cîhanê bi ser serê wan de bîne xwarê."    ÇALAKIYÊN 'HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN'   Çalakiyên "Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin" li dijî komployê bû xeleka yekemîn a xeleka berxwedanê. Di çalakiyan de herî kêm 66 kes birîndar bûn û 53 kesan jiyana xwe ji dest dan. Çalakiyên bi vî rengî paşê jî hatin lidarxistin. Navê kesên ku ji destpêka komployê heta niha bedena xwe dane ber agir wiha ye : “Mehmet Halît Oral, Mehmet Gul, Bulent Bayram, Hasan Îsa Hasan, Selamet Menteş, Aynûr Artan (Rotînda), Mîrze Sevîmlî, Berzan Ozturk (Mûrat), Mehmet Aydin, Erdal Çeçen, Kadrî Îlhan, Adnan Karataş, Emrullah Damlaci, Cemîl Ozalp, Yavuz Guzel, Hatîce Falay, Taylan Ozgur Kahraman, Kahraman Denlî, Serpîş Polat, Mûrat Yeşîlgoz, Yavuz Guzel, Hûkmiye Seyhan (Rûken Bêrîtan), Mahmût Yener, Nesrîn Teke, Esen Aslan, Fatoş Saglamgoz (Sema), Erdogan Kahraman (Yekta), Serdar Ari, Aynûr Yaşli, Leyla Walî Hasan, (Viyan Soran), Veysî Kaya, Elefteriya Fortulaki, Ebû Muslum Dogan, Mûstafa Malçok, Evrîm Demîr, Firat Îzgîn, Mehmet Şerîf Sakali, Mehmet Yalçin, Serdal Yektaş, Abdulkadîr Atîlla, Mahsun Ozen, Hadîka Dogru (Hêvîdar Serhed), UmîtAcar, Bubo Taş û Mehmet Akar."   BERXWEDÊRÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ   Di çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 8’ê Mijdara 2018’an de bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hatibû destpêkirin gelek girtî û kesan di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dan. Navê kesên di sala 2019’an de li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn wiha ne: “Zulkuf Gezen, Ûgûr Şakar, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Yonca Akici, Siraç Yuksek û Mahsum Pamay.”   DI NEWROZAN DE BERTEKA LI DIJÎ KOMPLOYÊ   Di pîrozbahiya yekemîn a Newrozê ya piştî komployê de hêrseke mezin xwe da der. Di Newroza 1999’an de li gelek bajaran rewşa leşkerî hat sepandin. Tevî vê yekê jî li bajarên Tirkiye û Kurdistanê gelê ku guh neda qedexeyan, komploya li dijî Ocalan protesto kirin. Di her pîrozbahiya 21'ê Adarê ya piştî salên 2000'î de, li dijî komploya li dijî Ocalan hêrseke mezin çêbû. Li gel komployê daxwaza sereke azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bû.   JI GIRTIYAN KAMPANYA   Di 10'ê Kanûna 2001'ê de li girtîgehan kampanyaya "Xwedîderketin û parastina Rêbertiyê" hat destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de girtiyan dest bi grevên birçîbûnê yên berbelav kirin û çalakiyên wekî derneketina hevdîtinên vekirî û neçûna nexweşxaneyê li dar xistin. Li bajarên Tirkiye û Ewropayê paralelî protestokirina girtiyan meşên mezin hatin lidarxistin. Kampanya heta 15'ê Sibata 2003'yan dewam kir.   PEYAMA EWIL JI BO MEQAMÊN FERMÎ   Kampanyaya "Ji Ocalan re Azadî" di sala 2004'an de hat destpêkirin. Tevgera Ciwanên Serbixwe (BAGEH) pêşengiya kampanyayê kir. Bi sed hezaran îmzeyên di çarçoveya kampanyayê de hatin komkirin radestî Meclisê hatin kirin. Di daxwaznameyên ku hatin kirin de hat xwestin ku Ocalan wekî "Rêberê Gel" bê qebûlkirin.   Di navbera 1'ê sibat û 1'ê Gulana 2004'an de li her bajarî komîte hatin avakirin îxabarên wekî "Abdullah Ocalan rêberê gelê kurd e. Aştî tenê bi wî dikare pêş bikeve. Em Ocalan in, Ocalan gel e. Îradeya me hatiye girtin. Bêyî îradeya min, ez ne tu tişt im. Ez dixwazim bigihêm îradeya xwe" hatin kirin. Di çarçoveya kampanyaya bi navê "Ji Rêbertiyê re Azadî" de li Merdînê 3 hezar û 500, li Nisêbînê 3 hezar û 600, li Êlihê 11 hezar û 180, li Amedê 30 hezar û 600, li Wanê 6 hezar û 500, li Agirî 951, li Edeneyê 8 hezar û 600, li Fransayê hezar û 500, li Silopiyayê 6 hezar û 85, li Colemêrgê 2 hezar, li Bismilê 11 hezar û 541, li Farqînê 7 hezar û 867, li Kopê 10 hezar û 17 serlêdan daxwazname hatin dayîn. Der barê beşeke mezin a serlêdanan de lêpirsîn û doz hatin vekirin. Girtî jî ji bo biçin cem Ocalan serlêdan kirin.   MEŞÊN AMARAYÊ   Bi armanca pîrozkirina 4'ê Nîsanê rojbûna Ocalan, di sala 2004'an de bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TUHAD-FED) meş hatin destpêkirin. Bi sed hezaran kes ji bo rojbûna Ocalan berê xwe dan Amarayê. Di meşa 2009’an de ku tevî astengî û êrişan hat lidarxistin jî, Mahsum Karaoglan û Mustafa Dag hatin qetilkirin. Di meş û çalakiyên salên piştre de azadiya fizîkî ya Ocalan hat qîrîn. Di salên paşê de her sal di 4’ê Nîsanê de ber bi Amarayê ve meş hatin lidarxistin.   3 MILYON ÎMZE   Di navbera Tîrmeha 2004'an û Nîsana 2006'an de ji aliyê Tevgera Welatiyê Azad ve kampanyeyeke nû ya ni navê "Ocalan Vîna Min a Siyasî ye" hat destpêkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de 3 milyon û 243 hezar kesan got "Ez wekî Kurdistaniyekî Abdullah Ocalan wekî vîna xwe ya siyasî dibînim û qebûl dikim" û îmze dan. Di çarçoveya kampanyayê de bi sedan kes hatin binçavkirin. Îmzeyên hatin berhevkirin di 20'ê Cotmeha 2006'an de li Otêla Dedeman a Enqereyê bi civînekê bi raya giştî re hatin parvekirin.    MEŞÊN GEMLÎKÊ   Meşên Gemlîkê di vê pêvajoyê de yek ji çalakiyên herî berbiçav bûn. Meşa Gemlîkê di 4’ê Îlona 2005’an de li dijî tecrîda li ser Ocalan hat lidarxistin. Li navçeya Înegol a Bûrsayê piştî meşa bi hezaran kesî ya ji bajarên cuda ji aliyê leşker û polîsan ve hat astengkirin, çalakiya rûniştinê hat destpêkirin. Meşên Gemlîkê di demên pêş de jî berdewam kirin. Di sala 2012'an de bi pêşengiya DOKH'ê jinan li navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê di çarçoveya kampanyaya "Ji Ocalan re azadî, dawî li qirkirina siyasî"çalakiya rûniştinê li dar xistin.   Di 9'ê Cotmeha 2011'an de bi pêşengiya TUHAD-FED'ê duyemîn "Meşên Gemlîkê" hatin destpêkirin. Daxwaza sereke “Azadî ji Ocalan re” bû. Di 12'ê Hezîrana 2022'yan de bi dirûşmeya "Em li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin" "Meşa Gemlîkê" ya nû hat destpêkirin. Dema ji gelek bajaran ji bo biçin Gemlîkê daxuyanî hatin dayîn, gelek wesayît li ser rê hatin sekinandin û bi sedan kes hatin binçavkirin. Li Kadikoya Stenbolê dema ku destûr nehat dayîn gel biçe Gemlîkê, azadiya Ocalan li her kolanan hat qîrîn.   Bi wesîleya 24'emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê, di 6'ê Sibata 2023'yan de bi dirûşmeya "Em ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin" meşeke ji du aliyan ve ber bi Gemlîkê ve hat lidarxistin.   'TENDURISTIYA WÎ TENDURISTIYA ME YE'   Parêzerên Ocalan di 1'ê Adara 2007'an de li Romayê bi civîneke çapemeniyê ragihandin ku muwekîlê wan bi awayekî sîstematîk hatiye jehrîkirin. Piştî daxuyaniyê Kurdistanî û dostên wan li her derê cîhanê çalakiyên protestoyî li dar xistin. Bi sed hezaran kes bi dirûşmeya "Tenduristiya Ocalan tenduristiya me ye" dest bi kampanyayeke nû kirin. Xwepêşandan li bajarên Ewropayê jî belav bûn. Kurdistaniyên ku tu bersiv negirtin, piştre dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.   Di 11’ê Nîsana 2007’an de li bajarê Strasboûrg ê Fransayê 18 kesan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Piştî ku Ocalan peyama "Bi jiyanê li ber xwe bidin" ji çalakgeran re şand, çalakiya greva birçîbûnê di roja 39'an de bi dawî bû.   ÎMZE JI CPT'YÊ RE HATIN ŞANDIN   Parlamentera Parlamentoya Ewropayê ya wê demê Feleknas Uca û 7 parlamenterên din ji bo Ocalan ji aliyê komîteyeke serbixwe ve bê kontrolkirin, kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin. 103 hezar û 417 îmzeyên ku piştî hefteyekê hatin komkirin, di 11'ê Gulana 2007'an de radestî Sekreterê Lijneya Rêveber a CPT'yê hatin kirin. Kampanyayê li Tirkiyeyê jî baleke mezin kişand. Li Êlih, Amed, Bazid, Şirnex û Stenbolê grevên birçîbûnê yên dewreyî hatin lidarxistin. Ev çalakî hem li Ewropayê hem jî li Tirkiyeyê gihaştin armancên xwe. Heyetek ji CPT’yê çû Îmraliyê û rewşa Ocalan lêkolîn kir.   PÊNGAVA 'ÊDÎ BES E'   Di çarçoveya kampanyaya ku di 15'ê Kanûna 2007'an de li Amedê dest pê kir û bi 900 nameyên bi daxwaza başkirina rewşa Ocalan dest pê kir, ji gelek bajar û navçeyan bi sedan kes ji Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê, Konseya Ewropayê, Komisyona Mafên Mirovan (KE) û Komîsyona Şopandina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) name şandin. Di sala 2007'an de Partiya Civaka Demokratîk (DTP) li bajarên herêmê mîtîngeke beşdariya bi sed hezaran û bi dirûşmeya "Ji Bo Jiyaneke Birûmet, Êdî Bes e" li dar xist. Di mîtîngê de bi sed hezaran kes li hev civiyan û daxwazên xwe yên ji bo azadiya Ocalan berz kirin.   KAMPANYAYA 'BIRÊZ OCALAN'   Di 23'yê Gulana 2009'an de ji ber ku peyva "Birêz" a ji bo Abdullah Ocalan ceza hatin birîn û doz û lêpirsîn hatin vekirin, kampanyaya "Eger bilêvkirina birêz Ocalan sûc be, ez vî sûcî dikim û giliyê xwe dikim" hat destpêkirin. Bi vê kampanyayê ku di dîrokê de wekî çalakiya herî mezin a "îxabarê" derket holê, bi sed hezaran kes li bajarên Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê yên wekî Amed, Şirnex, Wan, Mêrdîn, Colemêrg, Agirî, Mûş, Bedlîs, Çewlîg, Dêrsim û Rihayê giliyê xwe kirin. Hejmara kesên ku di 48 rojan de "giliyê" xwe kirin gihaşt 36 hezaran.  495 kes hatin binçavkirin û der barê hezar û 350 kesan de lêpirsîn hat destpêkirin. Ji bo pêşî li çalakiya girseyî bê girtin, serlêdan ji aliyê dozgeran ve nehatin qebûlkirin û welatiyan bi rêya posteyê daxwazname yên ji bo "xwegilîkirinê" ji dozgeriyê re şandin. Piştî berxwedanê, êdî peyva "birêz" a ji bo Ocalan wekî sûc nehat hesibandin.    JI 715 SAZIYÊN SIVÎL SERLÊDANA JI BO HEVDÎTINÊ   Heyeta ku ji aliyê 715 saziyên sivîl ên herêmê ve ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hat avakirin, di 30’yê Mijdara 2011’an de ji bo hevdîtina bi Ocalan re ji Wezareta Edaletê randevû xwest.   Di çarçoveya kampanya "Azadiya Ocalan" ya bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad ên Demokratîk (DOKH) hat lidarxistin de, di 19'ê Îlona 2011'an de li Enqereyê bi dirûşmeya "Bila şer bi dawî bibe û aştî bê vê erdnîgariyê” meşek hat lidarxistin. 100 hezar îmzeyên ji bo Ocalan hatin komkirin pêşkêşî Meclisê hatin kirin.   Di 9'ê Cotmeha 2011'an de ji bo protestokirina komployê rêxistinên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yên bajar û navçeyên Stenbolê ji bo şermezarkirina komployê çelengên reş danîn ber avahiyên AKP'ê yên li taxên Fatîh, Bagcilar û Kartalê.   10 MILYON ÎMZEYÊN 'AZADIYÊ'   Di 6’ê Îlona 2012’an de bi organîzasyona “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Înîsiyatîfa Aştiyê” kampanyaya “Ji Ocalan re Azadî” li cîhanê hat destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de ku li paytexta Belçîka Brukselê dest pê kir, zêdetirî 10 mîlyon îmze hatin komkirin. Îmzeyên hatin berhevkirin pêşkêşî Konseya Ewropayê hatin kirin. Kampanyaya “Ji Ocalan re Azadî” di 15’ê Sibata 2014’an de bi îmzeya 127 kesan ku di nav wan de rewşenbîr, nivîskar, rûspî, akademîsyen û hunermend jî hebûn, hat destpêkirin. Bi milyonan îmzeyên di çarçoveya kampanyayê de hatin komkirin ji cihên têkildar re hatin şandin.   TIŞTÊN PIŞTÎ HEWLDANA LEŞKERÎ QEWIMÎN   Piştî hewldana leşkerî ya 15'ê Tîrmeha 2016'an ji Ocalan agahî nehat girtin û îdiayên der barê jiyana wî de di raya giştî de bûn sedema fikarên mezin. Li gelek bajar û navçeyên Amed, Edene, Riha û Hatayê nobeda "Ji Ocalan re Azadî" hatin destpêkirin. Dîsa ji ber agahî ji Ocalan nehatin girtin, di vê demê de girtîgeh jî di nav de, gelek çalakî, protesto, meş hatin lidarxistin û daxuyanî hatin dayîn.   Di Îlona 2016’an de li Amedê bi pêşengiya KCD, HDK, KJA, DBP û HDP’ê bi beşdariya 50 dildaran greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger ya bi daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat destpêkirin. Mehmet Ocalan di roja 8'an a greva birçîbûnê de çû Îmraliyê. Piştre çalakî bi dawî bû.   GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA 200 ROJÎ   Di 8’ê Mijdara 2018’an de bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda li ser Ocalan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hat destpêkirin. Bi hezaran girtî beşdarî grevê bûn. Çalakî di roja 200'emîn de piştî hevdîtina parêzeran û peyama Ocalan bi dawî bû. Girtiyan ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di 27’ê Mijdara 2020’î de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Zêdeyî 2 hezar girtî li 107 girtîgehan beşdarî çalakiyê bûn û yên li Kampa Lavrîo û Mexmûrê ya Yewnanîstanê dimînin jî piştgirî dan çalakiyê. Greva birçîbûnê ya girtiyan a ku 290 rojî berdewam kir, di 12’ê Îlona 2021’ê de bi dawî bû.   JI HIQÛQNASAN KAMPANYA   Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di 25’ê Gulana 2021’ê de bi tevlîbûna 768 parêzer û pisporên hiqûqê dest bi kampanyaya daxwaznameyê kir. Di çarçoveya kampanyayê de bang hat kirin ku rê li pêşiya hevdîtina Ocalan a bi parêzeran re bê vekirin. Di dema pêş de bi sedan parêzerên ji Ewropa û Rojhilata Navînê jî serlêdanên bi vî rengî kirin. Herî dawî di 16'ê Îlonê de ji 35 welatan zêdetirî hezar û 500 parêzer û saziyên hiqûqî ji bo biçin Îmraliyê û hevdîtina parêzeran a bi Abdullah Ocalan re bê kirin, ji Wezareta Dadê re name şandin.   ÇALAKIYÊN NAVNETEWEYÎ    Piştî sala 1998'an welatên Ewropayê bûn cihên bingehîn ên ku xwepêşandan û çalakî lê hatin lidarxistin. Çalakiyên "Nobeda Ji Abdullah Ocalan re Azadî" di 25'ê Hezîrana 2012'an de li qada ku avahiya Konseya Ewropayê (KE), Parlamenta Ewropayê (PE), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û CPT lê ne, li Strasboûrga Fransayê hatin destpêkirin. Çalakiya ku hefteyê 7 rojan di navbera saet 08.30-17.00’an de pêk tê, bi tevlîbûna gelek beşên civakê dewam dike. Daxwaza sereke ya çalakiyê rakirina tecrîda li ser Ocalan û misogerkirina azadiya wî ye. Çalakiya navborî hê jî didome.   Di sala 2015’an de li bajarê Palermo yê Îtalyayê ji Ocalan re hemwelatiya rûmetê hat dayîn. Piştî Palermoyê, Napolî jî di çarçoveya piştevaniya bi gelê kurd re welatîbûna rûmetê da Ocalan. Sendîkayên herî mezin ên Ingilistanê Unite The Union û GMB di Nîsana 2016’an de kampanyaya “Ji Ocalan re Azadî” dabn destpêkirin.    Di 20’ê Îlona 2016’an de endamên Heyeta Îmraliyê ya Navneteweyî ku parêzerê Nelson Mandela Essa Mossa jî di nav de ye, ji CPT’yê xwestin ku bi lezgîn biçe Îmraliyê. Di 21’ê Îlona heman salê de bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li paytexta Belçîka Brukselê li ber avahiya PE’yê çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiya bi dirûşmeya "Jin ji bo Rêbertiya xwe û azadiya xwe di nava çalakiyan de ne" de bi sedan jin li ber PE'yê hatin cem hev û ji Ocalan re azadî xwestin.   Di 23’yê Cotmeha 2017’an de li ber CPT’yê çalakiya rûniştinê ya bêdem û bêdorveger dest pê kir. Daxwaza çalakiya ku bi desteka 63 saziyên gel û baweriyên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn dest pê kir, ew bû ku CPT biçe Îmraliyê û li cihê cih rewşa Ocalan lêkolîn bike.   'DEMILDEST TEVBIGERE'   Koma Xebatê ya Kurdên Afrîkaya Başûr (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Afrîkaya Başûr (COSATU) di 11’ê Çileya 2021’an de bi dirûşmeya “Dema Hatiye: Li Tirkiyeyê ji bo aştiyeke adil, ji Abdullah Ocalan re azadî" kampanya dan destpêkirin. Di çarçoveya kampanyaya bi armanca seferberkirina Neteweyên Yekbûyî (NY) de, li gelek welat û bajarên Ewropayê ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres re bi hezaran name û e-mail hatin şandin û banga "Demildest ji bo Ocalan tevbigerin" hat kirin.   Ev înîsiyatîfa ku li Afrîkaya Başûr dest pê kir, çend roj şûnde Komeleya Hiqûqnasên ji bo Demokrasî û Mafên Mirovan a Cîhanê ya Ewropayê (ELDH), New World Summit (Lûtkeya Cîhana Nû) û Hevbendiya Parastina Maf û Azadiyan a Navneteweyî (AIDL) tevlî vê pêngavê bûn. Dû re, Ghanaian ACCP (Projeya Civaka Afirîner a Hevbendiyê) jî bi şandina nameyek ji Neteweyên Yekbûyî re beşdarî kampanyayê bû. Li Fînlandiyayê jî Tevgera Ciwanên Çepgir (Vasemmistonuorte) tevlîbûna xwe ya kampanyayê ragihand.   Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê di 25’ê Çileya 2021’ê de li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) çalakiya rûniştinê dest pê kir. Di 15’ê Sibata 2021’ê de zêdetirî sed hunermend, rojnamevan û nivîskarên navdar ên cîhanê bi sernavê “Ji Abdullah Ocalan re Azadî” deklerasyonek weşandin. Rojnameger û nivîskar Janet Biehl, hunermend û nivîskarê pirtûkên zarokan Leon Rosselson, muzîkjen û nivîskar David Rovis, senarîst Atiha Sen Gupta û hunermendê grafîkê Jonathan Chadwick jî gotin, "Zêdetirî 20 sal derbas bûn û divê êdî Abdullah Ocalan bigihê azadiya xwe."      Slavoj Zizek, Norman Peach û Noam Chomsky jî di nav de bi sedan nivîskar, rojnamevan, hunermend û parêzvanên mafên mirovan ên bi nav û deng, kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî” ku salên dawî dabûn destpêkirin îmze kirin.   Sibe: Kampanyaya 'azadiyê' ya navneteweyî