Mamosteyê zimanê kurdî: Wê têkoşîna me ya ziman bidome 2024-10-01 09:09:58 AMED - Mamosteyê zimanê kurdî Mehmet Salîh Ongun ê ku ji binçavan hat berdan diyar kir ku wê têkoşîna xwe ya ziman bidomînin û got: “Divê em xwedî li ziman û saziyên xwe derkevin.”  Li Amedê roja 24’ê îlonê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin de, polîsan avêtibû ser avahiyên saziyên ziman û malên mamosteyên ziman. Di çarçoveya lêpirsînê de rêveber û mamosteyên Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ku xebatên zimanê kurdî bi rê ve dibe û avahiya Payîza Pirtûkê û Kooperatîfa Perwerdehiya Ziman û Hunerê ya Ankayê ya ku kargehên perwerdehiya pirrzimanî û hunerê li dar dixe, hatibûn binçavkirin. Di serdegirtinên malan de 30 rêveber û mamosteyên saziyên zimanê kurdî hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên li emniyetê, dozgeriyê û dadgeriyê 29 kes hatin berdan. Di çarçoveya lêpirsînê de Hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin.    'DIVÊ HER KES XWEDÎ LI ZIMAN Û SAZIYAN DERKEVE’   Mamosteyê zimanê kurdî Mehmet Salîh Ongun   Ji perwerdekarê MED-DER’ê mamoste Mehmet Salîh Ongun ê ku ji binçavan hat berdan diyar kir ku di binçavan de têkildarî kar û xebata wî pirs jê hatine kirin. Ongun destnîşan kir ku salên dirêj in li dijî ziman, çand û hunera kurdî êriş pêk tên û got ku divê li dijî van êrişan xwedî li kurdî bê derketin. Ongun da zanîn ku ew bi zîhniyetek ku li dijî perwerdehî û fermbûna zimanê kurdî ye re rû bi rû ne û got: “Ev zimanê me bi hezarê salan e heye. Çawa hewcehî bi her zimanî heye ku bê hînkirin helbet hewcehî bi zimanê me jî heye ku bê hînkirin.”    Ongun anî ziman ku divê li ser xebatên ziman tu astengî nebe û wiha got: “Em dixwazin bi zimanê xwe bijîn, mezin bibin û perwerdehiyê bibînin. Em dixwazin bi zimanê xwe rabin û rûnên. Divê xwedî li saziyên ku dersa zimanê kurd didin bê derketin. Heke piştevanî nebe, ev kar bi çend kesan wê qels bimîne. Heke hemû gelê kurd di vê hişmendiyê de be, wê çareserî jî rehet be. Divê beriya her tiştî em di ferqa vê yekê de bin. Divê gelê me û saziyên me xwedî li sazî û mamosteyên zimanê kurdî derkevin. Em çiqas bi hêz bin, em ê ewqas daxwazên xwe bi pergalê bidin qebûlkirin.”    Ongun diyar kir ku ew ê têkoşîna ziman bidomînin û got: “Ez wek mamosteyek zimanê kurdî çi ji destê min were ez ê bikim. Bila gumana gelê me tune be. Kengê bixwazin zimanê xwe hîn bibin, em amade ne.”