Girtîgehê bi hinceta ‘navtêdanê dike’ meqapê desteser kir! 2024-10-01 09:01:41   STENBOL - Ji bo girtî Cîhan Demîr pêlavek meqapê hat şandin. Rêveberiya  girtîgehê bi hincetên, “navtêdanê dike” û “dişibe ya PKK’iyan” pêlavê desteser kir.    Cîhan Demîr li Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvrî) ya Stenbolê girtî ye. Malbata wî pêlava meqapê jê re şand. Rêveberiya girtîgehê bi îdiaya “navtêdanê dike” pêlavê desteser kir. Rêveberiya girtîgehê îdia kir ku pêlava navborî ne li gorî xala qanûna girtîgehê ye.    PÊLAV ‘NAVTÊDANÊ’ DIKE!    Rêveberiya girtîgehê bi devkî desteserkirina pêlavê ji Demîr re ragihand û got ew ê pêlavê nedinê. Demîr li dijî desteserkirinê serî li Dadgeriya Înfazê Sîlîvrî da û îtîraz kir û xwest ku pêlava wî bidinê.    Midûriyeta Girtîgeha Sîlîvriyê bi serlêdana Demîr re nivîs ji dadgeriyê re şand. Di nivîsê de hatiye gotin ku meqapa ku rengê wê zer e di materyalên “sîmgeya PKK’ê” de cih digire. Îdiaya navborî spartin nûçeyên hatine weşandin. Rêveberiya girtîgehê di nivîsa xwe de îdia kir ku wê ev pêlava meqapê navtêdanê li girtiyan û hikûmxwaran bike û dê rê li ber bûyeran veke. Di nivîsê de hat diyarkirin ku pêlav di embara kelûpelan de tê mihafezekirin.    DADGERÎ: PÊLAV DIŞIBE YA PKK’Ê    Dadgeriyê serlêdana Demîr red kir û biryar da ku pêlavê nedin Demîr. Dadgeriyê di biryara xwe de got, “Ev pêlav a PKK’iyan û dişibe ya wan.” Dadgeriyê di biryara xwe de jî nedana meqapê ya ji bo girtî spart nûçeyên ku berê hatine çêkirin.    MA / Omer Îbrahîmoglû