ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2024'AN 2024-10-01 09:00:39   * Kurd û dostên wan 26 sal in li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan li ber xwe didin. Pêvajoya berxwedanê ya ku bi çalakiya "Hûn Nikarin Rojê Me Tarî Bikin" dest pê kir, îro jî bi kampanyaya "azadiyê" dewam dike.   * Rêveberên DEM Partiyê yên ji bo mitînga “Azadiyê” li Stenbolê bûn seferber, diyar kirin ku armanca wan ew e ku 50 wesayîtan bişînin û banga “Em berê xwe bidin Amedê û li wir kom bibin."    * Zimanzan û Serokê Komeleya Ziman û Çanda Kurdî ya Rihayê Samî Tan da zanîn ku li dijî kurdî konseptek nû di dewrê de ye û got: “Li dijî pişaftinê meş û mitîng tenê têr nakin. Pêwîstî pê heye mal bi mal werin rêxistinkirin. Divê şaredarî pêşengiya xebatên kurdî bikin.”    * Mamosteyê zimanê kurdî Mehmet Salîh Ongun ê ku ji binçavan hat berdan diyar kir ku wê têkoşîna xwe ya ziman bidomînin û got: “Divê em xwedî li ziman û saziyên xwe derkevin.”    * Ji bo girtî Cîhan Demîr pêlavek meqapê hat şandin. Rêveberiya  girtîgehê bi hincetên, “navtêdanê dike” û “dişibe ya PKK’iyan” pêlavê desteser kir.    * Aktivîsta TJA’yê Ayşe Mînaz têkildarî windabûna xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş diyar kir ku windabûna jinekê di ser siyasetê re ye û got: “Divê her kes weke zarokeke wan windabûye xwedî li Rojînê derbikeve.”   * Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî destpêkirina sala nû ya qanûndanînê û geşedanên di rojevê de li Meclisê dê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00) ZINDÎ   * Komeleya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê û Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê têkildarî eşkerekirina bernameya salvegera 9'emîn a Komkujiya Garê ya Enqereyê dê li Yekitiya Mulkiyelilerê daxuyanî bidin. (11.00)   * TUHAY- DER'a Wanê bi boneya balê bikişîne ser rewşa tecrîdê û girtiyan wê li Kuçeya Hunerê çalakiya "Deng bide azadiyê" li dar bixe. (14.00)   * Festîvala Sûrfest a ku ji aliyê KASED'ê ve tê lidarxistin dê di roja 3'yemîn de bi kargeha zarokan bidome. (16.00)