Xwendekara dibistana amadehî ya winda bûbû hate dîtin 2024-09-30 15:30:51   WAN - Xwendekara dibistana amadehî ya 15 salî Sumeyye Azîz ku 11 roj berê li Wanê winda bûbû, hate dîtin.    Xwendekara dibistana amadehî ya 15 salî Sumeyye Azîz ku li Taxa Bahçivan a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê dijiya, 11 roj berê winda bûbû. Agahî ji malbata wê re hat ku hatiye dîtin. Polîsan piştî dîtina Azîz, endamên malbatê gazî emniyetê kir.    Hat zanîn ku rewşa Azîz baş e.