Bavê S.T. a bi darê zorê hatibû revandin: Gefa kuştinê li me dixwin 2024-09-30 13:49:22   WAN - Tedawiya S.T. a li Wanê ji hêla R.T. ve bi darê zorê hatibû revandin û tundî lê hatibû kirin a li nexweşxaneyê didome. Bavê wê Nîzamettîn T. wiha got: “Ji bo em ji giliyê xwe vegerin gefa kuştinê li me tê xwarin.”    Zaroka bi navê S.T. (17) a li navçeya Elbakê ya Wanê dijî, 6 meh berê ji hêla pismamê xwe R.T. (31) ve bi darê zorê hate revandin û tundî lê hate kirin. Tedawiya S.T. a li nexweşxaneyê didome û malbata wê jî got ku gefa kuştinê li wan tê xwarin. Bavê S.T’yê Nîzamettîn T. ê li nexweşxaneyê li cem keça xwe da zanîn ku keça wî di meha gulanê de ji bo komkirina pancarî çûbû çoltarê gund û ji hêla R.T. ve hate revandin. Nîzamettîn T. bi domdarî wiha got: “Keça min a çûbû pancarî bi darê zorê revand. Li ser vê yekê em çûn qereqolê û me gilî kir. Jixwe R.T. ji ber sûcekî edlî firarî bû û lêgerîna wî hebû. Li ser giliyê me polîsan bi ser mala wî de girtin û girtin. Piştre jî birayê wî hate ber deriyê mala me. Heqaret li me kir û bi keviran êriş kir. Ez li hundir li cem keça xwe mam. Lê keça min ji nişka ve derket derve û kevirek li serê wê ket.”    BANG LI RAYEDARAN KIR   Bav T., destnîşan kir ku keça wî bi giranî birîndar bû û rakirine nexweşxaneyê. T., da zanîn ku birayên R.T. ji bo ew giliyê xwe paşvevekişînin gefan li wan dixwin û wiha bi dawî kir: “Gefa kuştina min û zarokên min ên din dixwin. Tekane daxwaza me ya ji rayedaran ew e ku sûcdar bên darizandin û edalet pêk bê. Di vê mijarê de çi ji destê me were em jî dê bikin.”