Îsraîl Yemenê bi balefirên şer bombebaran kir 2024-09-29 22:58:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Îsraîlê bi balefirên şer perava Hudeyde ya di bin kontrola Husiyan de ye û santrala ceyranê ji hewayê bombebaran kir.    Dezgehên ragihandinê yên Îsraîlê û yên erebî ragihand ku bi dehan balafirên şer ên artêşa Îsraîlê li dijî depoyên petrolê yên perava Ras El Îsa û perava Hudeyde yên rojavayê Yemenê êriş pêk anîn.   Rojnameya “Yedioth Ahranoth” desteya radyoyê yên Îsraîlê da zanîn ku bi dehan balafirên şer ên Îsraîlê li dijî perava Hudeyde êriş pêk anîn.   Qenala “El Mesîra” ya girêdayî tevgera Ensarellah El Hûsî ya Yemenê ragihand ku Îsraîlê li dijî bajarê Hudeyde êriş pêk anî.   Girêdayî wê, tora El Erebiye da zanîn ku Îsraîlê depoyên petrolê yên perava Ras Îsa ya Hudeyde hedef girtin. Her wiha dezgehên ragihandinê da zanîn ku di êrişan de perava Hudeyde jî hat hedefgirtin.