Serokê YNKʹê: Em ê vê desthilata gemar û qirêj biguherînin 2024-09-29 21:39:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê YNK’ê Bafil Talebanî di çalakiya xebatên ji bo hilbijartinê hatiye lidarxistin de anî ziman ku ew ê desthilata gemar û qirêj biguherînin.    Bi beşdariya serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafel Talebanî, li bajarê Silêmaniyê pêngava yekem a propagandaya ji bo hilbijartinan û nasandina namzetên lîsteya 129 a YNK'ê dest pê kir.   Bafel Talebanî ragihand ku YNK tekane partî ye ku dikare rêbaza desthilatdariya Herêma Kurdistanê sererast bike û wiha got: “Di vê hilbijartinê de em ê bi piştevaniya xwedê û xelkê Kurdistanê vê desthilata gemar û qirêj biguherînin. Qanûna hilbijartinê ya berê kirasekî malbatekê bû, lê me ew kiras çirandin.”   Serokê YNK’ê diyar kir ku tenê YNK dikare tiştekî bike, aliyên din jî nikarin tiştekî bikin û wiha got: “Ger hûn razî bin ku ev hikûmet bibe bankek ji bo malbatekê, herin dengê xwe bidin birêz Midûrê Giştî. Li Silêmaniyê gelek tiştên xerab hebûn û me hemû hilweşand. Ev peyamê ji bo PDK’ê; ger buldozera we tunebe, min heye û cihên xirab ji we re hilweşînim.”