Li MED-DER’ê serdanên piştevaniyê 2024-09-29 17:45:43 AMED - Gelek kesan serdana piştevaniyê ya xebatkarên MED-DER’ê yên piştî 4 rojên binçavkirinê hatine berdan, kirin.  Polîsan li Amedê di 24’ê îlonê de, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê daye destpêkirin de bi ser Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamayê (MED-DER), Kooperatîfa Perwerdeya Ziman û Hunerê ya Ankayê, Payîz Pirtûkê û gelek malan de girtin. Di serdagirtinan de 30 kes hatin binçavkirin ji xeynî hevserokê bere yê MED-DER’ê Rifat Ronî ê bi îdiyaya “endamtiya rêxisitnê” hatiye girtin, hemû binçavkirî hatin berdan. Tevî rêveberên Komeleya Wêjekarên Kurd, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komîsyona Ziman û Çandê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Şopandin û Lêkolînê ya Koçê ya Mezopotamayê (GOÇ-DER), gelek kesan serdana piştevaniyê ya MED-DER’ê kirin.    Kesên hatine serdanê ji hêla xebatkar û rêveberên MED-DER’ê ve hatin pêşwazîkirin.    Kesên hatine serdanê, peyamên piştevanî û xurtkirina têkoşînê dan. Herwiha li ser polîtîkayên qirkirina ziman û çanda kurdî yên ji hêla AKP’ê ve tên domandin hat sekinîn û nîqaş hatin kirin.