TJA: Em ê destûr nedin jiyana ciwanan were tarîkirin 2024-09-29 17:30:12 RIHA - Aktîvîstên TJA’yê yên bertek nîşanî polîtîkayên şerê taybet dane, destnîşan kirin ku ew ê destûr nedin jiyana ciwanan wer tarîkirin.  Aktîvîstên Tevgera Jinan Azad (TJA) ên Rihayê li dijî polîtîkayên şerê taybet ên li Rihayê tên lidarxistin daxuyaniyê çapemeniyê li dar xistin. Daxuyanî li Qada Topçû hate dayîn û tevî aktîvîstên TJA’yê, hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê, Bekîr Karakeçîlî, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sîbel Sutpak û Hevserokê Serêkaniyê Dîlan Ablay tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi jin jiyan azadî ber azadiyê ve”, “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” hatin vekirin. Di çalakiyê de aktvîsta TJA’yê Adle Fîdan serdagirtina mala rojnameger Rabîa Onver a li bajar polîtîkayên şerê taybet eşkere kiriye bi bîr xist û destnîşan kir ku ew ê destûr nedin ku sûcên hatine kirin werin veşartin.   Fîdan bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet û axaftina xwe wiha domand: “Tevî ku îfadeyên ku jinên ciwan dixin bi kemîna fihûş û hişbirê di holê de ne, derbarê tu kes an jî kesên piştevaniya van kesan dikin de tu kirarî nehatine destpêkirin. Ev yek şirîkatiya sûc e. Em rayedaran hişyar dikin, Em ê destûr nedin ev hêzên paramîlîter, çeteyên hevkar kesên di çarçoveya şerê taybet de xistine dewrê jinan, ciwanan, civakê jehrî bikin. Wekî duh em ê îro jî dest ji têkoşînê bernedin. Hûn ê nikarin jiyana jinên ciwan tarî bikin. Divê çeteyên li Colemêrgê hatine eşkerekirin werin darizandin.”    Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.