Aydenîz a serdana girtiyan kir: Divê raporên tenduristiyê yên bêalî bên dayîn 2024-09-28 14:21:36   MÛGLA - Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz a li Girtîgeha Tîpa S a Bodrûmê bi girtiyan re hevdîtin kir, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û destnîşan kir ku raporên tenduristiyê yên bêalî bidin girtiyan.    Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Salîha Aydenîz û parêzer Cengîzhan Karaşîn li Girtîgeha Tîpa S a Bodrûmê ya li Mûglayê bi girtiyan re hevdîtin kirin. Aydenîz û Karaşîn bi girtî Abdûrrahman Yildirim, Mehmetcan Ogûzsoy û Kûtbettîn Menteş re hevdîtin kirin û pirsigirêkên ku dijîn guhdarkirin. Girtiyan di hevdîtinan de ragihandin ku li girtîgehê girtiyekî edlî bi îşkenceyê hatiye kuştin û wan li dijî vê yekê çalakî li dar xistine. Aydenîz a bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir, xwest ku pirsgirêkên girtiyan ji wan re vegotin bên çareserkirin. Rêveberiyê di hevdîtinê de ji Aydenîz re parve kir ku li girtîgehê 60 gardiyan ji peywîrê hatine wergirtin û kêmasiya personelan heye.    Aydenîz, piştî hevdîtinan bi tevlibûna endama Kordînasyona Jinan a Herêma Egeyê ya DEM Partiyê Fulya Erdogan, Hevseroka DEM Partiyê ya Mûglayê Neslîşah Çetînkaya û rêveberên navçeyê re li ber girtîgehê daxuyanî da. Aydenîz, anî ziman ku weke hemû girtîgehan li Girtîgeha Tîpa S a Bodrûmê jî binpêkirinên mafan hene û wiha got: “Yek ji binpêkirina mafan a herî mezin ew e ku hemû girtiyên li vir ji malbatên xwe dûr in. Yê ku malbata wî herî nêz li Mêrsînê ye. Her wiha di hucreyên yek kesî de tên ragirtin. Kesên li vir dimînin anîn ziman ku dema wan a aktîvîteyên civakî û hewadariyê kêm e. Di hevdîtina bi rêveberiya girtîgehê re û çareserkirina pirsgirêkên wan de jî neçareseriyek heye. Em hîn bûn ku di serdemên beriya niha de li dijî girtiyan îşkence hatine kirin, kesên ev yek kirine hatine tespîtkirin û lêpirsîn hatine destpêkirin. Me bi rêveberiyê re jî hevdîtinek kir. Wan got nîşeya van pirsgirêkan girtine û dê çareser bikin û bikevin têkiliyê.”   ‘BILA GIRTÎGEH NEBIN CIHÊN MIRINÊ’    Aydenîz, wiha berdewam kir: “10 qatê zexta li derve li girtîgehan dijîn. Ji ber wê yekê em ji vir bang li Wezaretên Dadê û Karên Hundir û Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan dikin; Divê girtîgeh nebin cihên îşkence û mirinê. Divê girtiyên nexweş bikarin xwe bigihînin mafên tenduristiyê. Li vir Kûtbettîn Menteş, Gurbuz Topçû û çend girtiyên nexweş hene. Em dixwazin ku ATK ji van girtiyan re bi awayekî bêalî raporê bide. Em ê li derve têkoşîna xwe bidomînin. Em bang li saziyên berpirsyar dikin ku berpirsyartiya xwe bi cih bînin.”