Artêşa Îsraîlê îdia kir ku lîderê Hizbulahê hatiye kuştin 2024-09-28 11:22:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Îsraîlê îdia kir ku Lîderê Hizbulahê Hasan Nasrallah kuştiye.    Artêşa Îsraîlê ragihand û îdia kir ku li paytexta Libnanê Beyrûdê di êrişên pêk aniye de lîderê Hizbulahê Hasan Nasrallah kuştiye. Di daxuyaniya artêşê de wiha hat gotin: “Hasan Nasrallah dê êdî nikaribe dinyayê terorîze bike.”