Li şûna tundiya polîsan doz li çalakvan hate vekirin 2024-09-28 11:04:44   EDENE - Li Edeneyê ji ber pevçûna ku di dema “Meşa rezgirtina ji îradeyê re” pêk hat û polîsan gelek kes derbkirin de derbarê rêveberê DEM Partiyê Mehmet Kiran doz hate vekirin.    Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê, têkildarî bûyerên di dema “Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re” ya di 1’ê tîrmehê de pêk hatin de lêpirsîn da destpêkirin. Dozger derbkirina rojnamevan di nav de gelek endamên partiyê jinedîtîve hat û li ser giliyê polîsê bi navê M.S.A. derbarê rêveberê Rêxistina DEM Partiyê yê Karataşê Mehmet Kiran de bi îdiaya “Ji bo ku peywîrê pê ne de kirin li ber xwe daye” lêpirsîn da destpêkirin. Îdianameya di çarçoveya lêpirsînê de hatiye amadekirin ji aliyê 28’emîN Dadgeha Ceza ya Asliye ya Edeneyê hate qebûlkirin.    Di îdianameyê de hate îdiakirin ku polîs hatiye derbkirin. Di îdianameyê de cih da beyanên Kiran jî. Kiran diyar kir ku wî polîs derb nekiriye, berovajiyê wê ew jî kesên di aktîvîteyê de hatine derbkirin. Di îdianameyê de hate îdiakirin ku Kiran bi “koma qelebalix a bêdestûr xwepêşandan li dar xist” re tevgeriya ye û derbkirina polîsan di dîmenan de heye. Danişîna dozê ya ewil dê di 12’ê kanûnê de bê lidarxistin.    ÇI QEWIMÎ BÛ?    “Meşa rêzgirtina ji îradeyê re” ku di pêşengtiya DEM Partiyê de hatibû destpêkirin di 1’ê tîrmehê de gihişt Edeneyê. Meşvanên ji bo meşa li Colemêrgê bi dawî bû ji Stenbol, Îzmîr û Enqereyê bi rê ketin, li Edeneyê hatin bahev. Meşvanên li Parka Înonuyê hatin pêşwazîkirin, tevî astengiya polîsan jî li vir daxuyanî dan. Di dema axaftinan de girseyê çalakiya rûniştinê li dar xist û xwest heta avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Bajêr ku li ser Cadeya Cemal Gursel e bimeşe. Polîsan diyar kir ku dirûşm bên berzkirin dê mudaxileyê girseyê bikin. Polîsan êrişî girseya li ser cadeyê meşiya û dirûşm berz kirin kir. Di vê navberê de rojnamevan jî di nav de gelek kes hatin derbkirin.    MA / Hamdûllah Yagiz Kesen