ATK’ê ji bo Yildiz a li ser sedyeyê hate girtin rapora ‘dikare li girtîgehê bimîne’ da 2024-09-28 09:05:30 ENQERE - ATK’ê derbarê girtiya nexweş Hatîce Yildiz a 75 salî ku ji bo pere ji keça xwe û hevala wê re şandibûn cezayê hefsê lê hatibû birîn de rapora ‘dikare li girtîgehê bimîne’ da.  Derbarê Hatîce Yildiz de bi hincete pere ji keça xwe û hevala keça xwe re şandiye, bi îdiaya “pere ji rêxistinê re şandiye” 4 sal 2 meh cezayê hefsê hate dayîn. Piştî ku cezayê Hatîce Yildiza 75 salî hate erêkirin, di 23’yê adarê de hate girtin û şandin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê. Nexweşiyên weke demansê, tansiyona bilind, helîna hestiyan, fitika piştê, xwarbûna pirûskê, nexweşiyên mîde û çavan ên Yildizê hene. Yildiz tevî van nexweşiyan jî hate girtin.    SERÎ LI AYM’Ê Û ATK’Ê HATE DAYÎN    Parêzerê Yildizê piştî girtinê ji ber nexweşiyan ji bo tedawiya Yildizê were kirin ji bo “tedbîrê” li serî li Dadgeha Destûra Bilind (AYM) da. Di serlêdanê de hate diyarkirin ku Yildiz ji ber nexweşiyan nikare li girtîgehê bimîne û hate xwestin ku cezayê lê hatiye birîn bê taloqkirin. Parêzer di heman demê de, ji bo tespîta nexweşiyên muwekîla xwe bi daxwaza ku li Saziya Tiba Edlî (ATK) rapor were amadekirin serî li dozgeriyê da.    BERSIVA PIRSAN NADIN   Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê ji ber bersiva serlêdanan nehate dayîn, bi daxwaza ku Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç bibersivîne pêşniyazpirsek pêşkeşî Serokatiya Meclisê kir. Wezareta piştî çend mehan bersiva pêşniyazpirsê da, gelek pirs jî bêbersiv hiştin.    ATK: DIKARE LI GIRTÎGEHÊ BIMÎNE   Wezaretê di bersiva xwe de cih da nivîsên di navbera wê û Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê de hatine nivîsîn. Di agahiya ku dozgeriyê daye Wezaretê de hate gotin ku Yildiz gelek caran birine revîrê, 5 caran li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Dr. Sadî Konûk a Bakirkoyê û li Nexweşxaneya Dewletê ya Bahçelîevlerê hatiye mûayene kirin, tetkik û tedawiya wê hatiye kirin. Wezaretê di bersiva xwe de diyar kir ku piştî serlêdana têkildarî taloqkirina cezayê li Yildizê hatiye birîn, Yildiz sewqî ATK’ê hatiye kirin û ATK’ê di 10’ê hezîranê de têkildarî Yildizê rapora “dikare li girtîgehê bimîne” daye.    BERTEK NÎŞANÎ VÊ REWŞÊ DA   Parlamentera DEM Partiyê Ûysal bertek nîşanî teblîxnekirina rapora ku ATK’ê amadekiriye da û diyar kir ku tevî nexweşiyên Yildizê nêzîkatiya ATK’ê nîşan dide ku li Tirkiyeyê keyfîtî û bêhiqûqî hatiye çi astê.    ‘DIVÊ DEMILDEST BIKEVIN NAVA LIV Û TEVGERÊ’    Ûysal, berteka xwe wiha domand: “Nayê fikirîn ku miroveke 75 salî ya ev qas nexweşiyên wê hene bikare li malê bi tena serê xwe bijî, nikare were gotin ku saziyeke ku dikare bibêje pêkane li girtîgehê bimîne bê alî ye û xwe dispêre etîka pişeyî ya tibî. Ji ber van hemû sedeman; ez bang li dadgehê dikim ku serlêdana li Dadgeha Destûra Bingehîn ya ku daxwaza lêkolîna pêşîn heye û hêj jî aktîf e binirxîne. Dadgeha Destûra Bilind ji bo ku di zûtirîn demê de dawî li vê bêhiqûqiyê bîne divê daxwaza lêkolîna pêşîn qebûl bike û ji bo girtiya nexweş a ku azadiya wê hatiye xespkirin demildest bikeve nava tevgerê û biryarê bide.”    MA / Mehmet Aslan