Ji mamosteyên kurdî yên binçavkirî 7 kesên din jî hatin berdan 2024-09-27 16:46:56 AMED - Ji 22 mamosteyên zimanê kurdî ku sewqî edliyeyê hatin kirin 7 kesên din jî piştî îfadeyên li dozgeriyê hatin berdan.    Li Amedê roja 24’ê îlonê bi ser avahiya MED-DER’ê, Kooperatîfa Anka û Payîz Pirtûkê de hat girtin. Di çarçoveya lêpirsîna li ser saziyan de 30 rêveberên saziyan û mamosteyên zimanê kurdî hatin binçavkirin. Xwediyê Payîz Pirtûkê Cîhat Guney roja 25’ê îlonê piştî îfadeyên li emniyetê hat berdan û Mustafa Açmaz jî piştî îfadeyên dozgeriyê hat berdan.    Karûbarên 28 mamosteyên kurdî li Midûriyeta Polîsan a Amedê bi dawî bûn. 6 kesên din jî li piştî îfadeyên emniyetê hatin berdan û 22 kesên din birin Edliyeya Amedê. Hat zanîn ku îtîrafkar Umît Akbiyik û şahidê veşarî giliyên mamosteyên kurdî kirine.    Navên kesên ku piştî îfadeya li midûriyeta polîsan hatin berdan ev in: Nazan Çelîk, Hebûn Yagmur, Hasan Îkvan, Şehriban Ayluçtarhan, Mehmet Selîm Temel û Niştiman Gul.   Dozgeriyê îfadeyên 22 kesan wergirtin. Dozgeriyê pirsên balkêş ji mamosteyan kir. Pirsên wek, “Xebatên MED-DER’ê çi ne?", "Ji bo hûn van xebatan bi rê ve bibin kî fermanê dide we?”, “Gelo rast e ku hûn kesan dişînin nav rêxistinê?”, “Kî van kesan dişîne nav rêxistinê?” û "Di navbera MED-DER’ê, Payîz Pirtûk û Kooperatîfa Ankayê de çi têkilî heye?” ji mamosteyan hatin kirin.    7 KESÊN DIN JÎ HATIN BERDAN    Îfadeyên 22 kesên sewqî edliyeyê hatin kirin jî bi dawî bûn. Ji van 22 kesan 7 kesên din jî hatin hatin berdan. Kesên piştî îfadeya dozgeriyê hatin berdan ev in: Hasan Gurpinar, Rabia Karayil, Ramazan Holat, Yaşar Aslan, Ahmet Boltan, Fatma Îgîn, Cîhat Çagrici.    Li edliyeyê karûbarên îfadedayîna van kesan didome: Hevserokên MED-DER'ê Mehmet Remzî Azîzoglu û Şukran Yakut, Rifat Ronî, Dîlan Guvenç, Rezan Aktulum, Bêrîtan Gûrbet Orak, Berîvan Duman, Ayhan Karatekîn, Belkîsa Suleymanoglû Bîtkîn, Mehmet Salîh Ongun, Ilyas Gun, Mine Karakaş, Îpek Oyur, Şîlan Elmas Kan, û Endama Lijneya Rêvebiriya Kovara Jineolojiyê Rojda Yildiz.