Jina hatibû derbkirin û tacîzkirin banga piştevaniyê kir 2024-09-27 14:55:33 AGIRÎ - Jina bi navê H.V. ku li Dutaxê ji hêla cîranên xwe yên hewl didan wê tacîz bikin ve hatibû derbkirin, banga piştevaniyê li rêxistinên jinan û parastvanên mafên mirovan kir.  Jina bi navê H.V. ku li gundê Hacibotî yê navçeya Dutax a Agiriyê dijî. Cîranên wê H.S., Î.S., E.S. û O.S. ji ewil hewl dan tacîza zayendî li dijî H.V. bikin û piştre jî hem ew hem jî hevjîn û kurê wê derb kirin. Li gorî îdiayê; N.V. û kurê wî Î.V. ku bûn şahida hewldana tacîza zayendî, mudaxileyî van kesan kirin. Piştre jî H.S., Î.S., E.S. û O.S. êrişî endamên malbatê kirin û mala wan dan ber guleyan. Di bûyerê de H.V., hevjîn û kurê wê birîndar bûn û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dutaxê. Li nexweşxaneyê 14 kêlên dirûnê avêtin serê jinê û hinek deverên hevjîn û kurê wê jî şikestin.    Cîranên H.V. yên bi navên H.S., Î.S., E.S. û O.S. jî piştî îfadeyê bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    BANGA PIŞTEVANIYÊ LI RÊXISTINÊN JINAN KIR    H.V. têkildarî roja bûyerê axivî û wiha got: “Bi sala ye em cîranên van in. Di 25’ê îlonê de li baxçeyê mala xwe rûniştî bûm. Ji wan 4 kes jê hatin cem min û xwestin min tacîz bikin. Min jî bertek nîşan da. Piştre heqaret û çêr li min kirin û hewldanên tacîzkirinê domandin. Di wê navberê de hevjîn û kurê min em dîtin û mudaxile kirin. Li ser vê yekê tundî li min, hevjînê min û kurê min kirin û gule li malê reşandn. Em di nava xwînê de mabûn û gundiyan em birin nexweşxaneyê. Piştre jî sûcdar hatin binçavkirin lê hatin berdan. Niha tu ewlehiya me li malê nîne. Faîl bi rehetî li derve digerin. Em edaletê dixwazin. Em dixwazin rêxistinên jinan û parastvanên mafên mirovan piştgiriyê bidin me. Em ê dev ji vê dozê bernedin.”    ‘EM EDALETÊ DIXWAZIN’   Di dema êrişê de serê H.V. şikest, zendikên wê derizîn. Her wiha hevjînê wê N.V. ku nexweşê edrê ye jî ev tişt anî ziman: “Ev kes hatin mala min û xwestin hevjîna min tacîz bikin. Ewlehiya canê me tune ye. Ez nizanim ka çi bibêjim. Kesên sûcdar niha bi dilrehetî li derve digerin. Em edaletê dixwazin.”