Di doza Safîturk de daxwaza jinûvedarizandinê hate redkirin 2024-09-27 12:20:49 MÊRDÎN - Di dosyaya doza kuştina qeymeqam M. Fatîh Safîturk de tenê Şerîf Mesûtoglû girtî ye. Mesûtoglû, ji bo jinûve were darizandin serlêdan kiribû lê hate redkirin.  Qeymeqam Muhammed Fatîh Safîturk di sala 2016’an de weke qeyûm li Şaredariya Dêrikê ya Mêrdînê hate tayînkirin. Di 10’ê mijdara 2016’an de ji ber teqîna bombeya li meqama wî hatibû bicihkirin bi biranî birîndar bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Piştî êrişê, 70 kes hatin binçavkirin û ji wan 15 jê hatin girtin. Di encama darizandinên li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê de ji bo 14 kesan biryara beraetê hate dayin. Di dosyayê de tenê li Şerîf Mesûtoglû 2 caran cezayê muebbeda girankirî û 28 sal cezayê hefsê hate birîn. Cezayê Mesûtoglû ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin. Li ser vê yekê Mesûtoglû ji bo jinûve were darizandin serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da.    DAXWAZNAMEYA WÎ JI 350 RÛPELAN PÊK DIHAT    Serlêdana îtîrazê ya Mesûtoglû ji hêla 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê ve hate redkirin. Mesûtoglû ku daxwaznameya wî nêzî 350 rûpel bû, got ku şopên tiliyê yên di demên berê de nedayine berhev di 2’yê kanûna 2019’an de aydê kesê bi navê Î.K. derketine lê tevî jî dozgerî rapora ji hêla midûriyeta emniyetê ve hatiye amadekirin 2 sal û nîv piştre şandiye. Bi domdarî Mesûtoglû diyar kir ku rapora pisporan dema dosya di pêvajoya lêkolînê ya Dadgeha Bilin de gihiştiye ber destê wan lê nehatiye esasgirtin. Mesûtoglû, destnîşan kir ku bijîşkên Nexweşxaneyên Dewletê yên Dêrik û Qoserê ji bo birînên Safîturk gotine “birîneke rê li ber mirinê veke nîne” û ev îfade piştre li dosyayê hatine zêdekirin.    BI YEK GOTINÊ RED KIRIN   Mesûtoglû, da zanîn ku piştî derheqê wî de biryar hatî dayin, delîlên nû li dosyayê hatine zêdekirin û xwest jinûve were darizandin. Lê daxwaza Mesûtoglû ji hêla 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bi yek gotinê hate redkirin. Di biryara xwe de dadgehê bal kişand ser mewzûatên bê ka darizandina jinûve di kîjan rewşan de çêdibe û got ku mercên darizandina jinûve çênebûne û bi vê hincetê daxwaz hatiye redkirin.